Di êrîşên li Bexdayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan/HAT NÛKIRIN

Di rêzeêrîşên li paytexta Iraqê Bexdeyê bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di rêzeêrîşên li paytexta Iraqê Bexdeyê bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşa yekem piştî nîvro li dijî navendek kirîn û firotinê pêk hat. Di vê êrîşa li hember navenda kirîn û firotinê ya Zahrat Bagdadê ya li semta El Cedîd a Bexdeyê de 12 kes mirin.

Rayedarên Wezareta Karên Hundir ê Iraqê diyar kir ku êrîşkaran destpêkê wesayîta bombebarkirî teqandine, piştre li derdor gule reşandin û êrîşî navenda kirîn û firotinê kir. Li vê herêmê Şîî dijîn.

Her wiha rayedaran dan xuyakirin ku êrîşkar hatine kuştin.

Êrîş DAIŞ’ê girt ser milên xwe.

Li Mûqtadiya ya ku li bakurê Bexdeyê ye, êrîşek li dijî kafeyekê jî pêk hat. Hat diyarkirin ku di vê êrîşê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.