Li Elmanyayê xizaniya zarokan: Di nava malbatên koçber de ji sedî 40 e

Tevî mezinbûna aboriya xwe û kêmbûna rêjeya bêkariyê li Elmanyayê, yek ji 5 zarokan di nava xizaniyê de dijîn.

Tevî mezinbûna aboriya xwe û kêmbûna rêjeya bêkariyê li Elmanyayê, yek ji 5 zarokan di nava xizaniyê de dijîn. Li Elmanyayê ji sedî 40 ê malbatên ji Afrîka, welatên Rojhilata Navîn û Sirbîstanê hatine di nava xizaniyê de dijîn. Tê texmînkirin ku rêjeya xizaniya zarokan, ji ber hatina zêde ya penaberan wê zêdetir bibe.

Li gorî raporek ji aliyê Enstîtiya Zanistên Civakî û Aboriyê ya nêzî Enstîtuya Lîberal Hans Bockler ve hat weşandin, ji sala 2014'an û pê ve yek ji her pênc zarokan, di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Ev rêje bi giranî di nava malbatên ji welatên Afrîka, Rojhilata Navîn û ji Sirbîstanê hatine, di asta ji sedî 40 de ye. Bi zêdebûna hejmara penaberan re endîşe heye ku ev rêjeya xizaniya zarokan zêdetir bibe.

Li gorî lêkolînê, malbatên 2 zarokên wan hene û hatineya wan a mehane kêmî 1926 ye, xizan tên hesibandin. Hat ragihandin ku di sala 2014'an de hejmara zarokên di nava malbatên xizan de jiyane 2 mîlyon 470 hezar e.

Li gorî lêkolîna WSI, ji sedî 19 ê zarokên li Elmanyayê dijîn di nava xizaniyê de dijîn. Ev rêje li gorî eyaletan cuda ye. Li gorî vê yekê, li Oberbayern, Oberpfalz û Tubîngenê ji sedî 9,1 heta 10,5, li Bremenê ji sedî 33 ye.

Li eyaleta Sachsen-Anhaltê ji sedî 28,7 ê zarokan, li Dusseldorfê ji sedî 25 di nava xizaniyê de dijîn.

DI NAVA PENABERAN DE JI SEDÎ 40 E

Li gorî lêkolîna WSI, di nava komên xizan de koçber di rêza destpêkê de cih digirin. Hat ragihandin ku di nava malbatên ji Sirbîstan û welatên Afrîkayê hatine, rêjeya xizaniyê ji sedî 40 e.