Di êrîşa bombeyî û dîlgirtina li Bexdayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navenda sûka kirîn û firotinê ya li paytexta Iraqê Bexdayê, di bûyera dîlgirtinê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navenda sûka kirîn û firotinê ya li paytexta Iraqê Bexdayê, di bûyera dîlgirtinê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Bexda ya Iraqê kesên çekdar wesayîtek bombebarkirî teqandin û li ser welatiyan ketober gule reşandin û navenda sûka kirîn û firotinê ya bi navê Zahrat gelek welatî dîl girtin. Li gorî çavkaniyên polîsan da, di êrîşê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarekî polîsan têkildarî êrîşa li navenda semta El Cadîda ya Bexdayê daxuyaniyek da û diyar kir ku îhtimala ku êrîşkar êlekên xwekujiyê lê xwe kiribin. Rayedarê polîsan da xuyakirin ku piştî hatina polîsan a cihê bûyerê, êrîşkarên çekdar 3 dîl kuştin. Bûyera dîlgirtina mirovan hê didome, rayedaran diyar kirin ku ji bo windahî di asta herî kêm de bên dayîn xebatan didin meşandin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 14 kes birîndar bûne.