Li Kamerûnê zarok li şûna dibistanê, li zêran digerin

Li Kamerûnê ku xizanî di asteke xetere de ye, zarok li şûna biçin dibistanê, bi bêr û biviran neçar dimînin li rezervên zêr bixebitin.

Li Kamerûnê ku xizanî di asteke xetere de ye, zarok li şûna biçin dibistanê, bi bêr û biviran neçar dimînin li rezervên zêr bixebitin.

Li bajarê Betare-Oya yê li rojhilatê welêt, ku 60 hezar nifûsa xwe heye, di berdêla hatineyeke gelekî kêm de zarok ji serê sibehê heta êvarê li qiraxa çem li zêr digerin. Li gorî agahiyên midûrê dibistaneke li bajêr da rojnameya Le Monde, par 1.180 zarok li dibistanê qeydkirî bûn, lê îsal dibistan bi 540 xwendekaran perwerdeyê dide.

Tevî ku Walîtiya Herêmê xebitandina zarokan li kanên zêr qedexe kiriye jî, tê gotin ku hejmara zarokan ên li van deran tên xebitandin roj bi roj zêde dibe.

Tê zanîn, ku ji ber pîşeyê lêgerîna li zêr a li çem, bi sedan zarok an jî ciwan bi ti awayî naçin dibistanê.

Zarok ji heta êvarê dixebitin û perçeyên biçûk ên zêr ên di berdêla vî karê xwe de werdigirin, difiroşin û bi vî rengî alîkariyê didin malbatên xwe.

YÊN JI BER ŞÎRKETÊN ÇÎNÎ DIMÎNIN KOM KIRIN

Rezervên zêr ên li derdora bajarê Betare-Oya ji aliyê şîrketên Çînî ve tên xebitandin. Piştî lêgerîna maşînên şîrketên Çînî, mirovên li herêmê dijîn dikevin dewrê.

Ev şêniyê ji bajêr ku piraniya wan zarok in, piştî maşînan tên nava çem û parçeyên biçûk ên zêr ên ji ber van maşînan mayî berhev dikin. Zarok heta danê êvarê bi qasî 1 gram zêr berhev dikin û vê jî 10 Euroyan difiroşin.

Ev yek jî ji bo gelek mirovên li herêmê, çavkaniyeke nebiçûk a debarê ye. Li Kamerûnê, 1 ji 10 kesên li vê herêmê dijîn, neçar dimînin bi hatineyek kêmî 1 Euroyî rojane bijîn.