Neandertalan sîstema berxwedêriyê ya bedena me xurt kirine!

Li gorî daxuyaniyeke hevpar a ji aliyê enstîtuyên Elman û Fransayê ve hat dayîn, bandora cureyê mirovan Neandertal a li genên mirovan, ji ya tê texmînkirin gelekî zêdetir e.

Li gorî daxuyaniyeke hevpar a ji aliyê enstîtuyên Elman û Fransayê ve hat dayîn, bandora cureyê mirovan Neandertal a li genên mirovan, ji ya tê texmînkirin gelekî zêdetir e. Daxuyanî radigihîne ku genên ji koka Neandertalan, bandoreke girîng li ser sîstema berxwedêriyê ya bedena mirovên roja îro kirine.

Di daxuyaniya hevpar a Estîtuya Pasteûr a Fransayê û Enstîtuya Max-Planck a Elman de hat gotin ku li welatên cuda genên 2 hezar 500 kesî hatine lêkolînkirin.

Li gorî encamên lêkolînê, bi qasî ji sedî 2 ê genên mirovê nûjer (Homo Sapînes) ji Neandertalên ku nifşê xwe beriya 40 hezar salî tine bû, hatiye. Bandora herî girîng a van genan li sîstema berxwedêriyê ya bedena mirovan bû.

Li gorî lêkolîna van her du estîtuyên navdar, tevî parastina ji sermayê, beşeke girîng a mekanîzmaya mirovan a parastina ji gelek cureyên nexweşiyan, ji Neandertalan tê.

Li gorî vê yekê, li hin herêmên cîhanê, di nava mirovan de rêjeya genên ji koka Neandertalan tê, ji sedî 2 derbas dike.

Heman lêkolînê ragihand ku genên ji Neandertalan mayî, xwedî bandoreke neyînî ye. Tê texmînkirin, ku ji ber genên Neandertalan, di roja îro de Homo Sapînes ji gelek bandorên xwezayê yên zerara xwe qet nîne, alerjî dibe.

Tê zanîn ku nifşê cureyê mirovan Neandertal, 40 hezar sal beriya niha li Ewropayê qediya ye. Mirovê nûjen Homo Sapîens bi qasî 50 hezar sal beriya niha ji Afrîkayê bi rê ket û xwe gihand Ewropayê. Tê texmînkirin ku ji vê demê û şû de cureyê Neandertalan tine bûye.

Li gorî encamên hatine bidestxistin, di roja îro de genên Neandertalan herî zêde li cem Ewropiyan û mirovên ji Asya dûr in.