Bi zêdebûna nifûs mirovan re daxwaza enerjiyê ya li cîhanê jî zêde dibe. Welatên ku dixwazin bikaranîna enerjiya petrol û gaza xwezayî ya zerarê didin atmosferê biterikînin, razemendiyê li ser enerjiya paqij dikin. Gelek welat bi vê enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn re dixwazin, hewcedariya xwe ya bi Rûsya û welatên Ereb re bi dawî bike.
Li gorî saziya bi navê Bloomberg New Energy Finance (BNEEF) ji razemendiyên mezin ên li qada enerjiya ji nû ve dikare were bikaranîn, welatên Hîndîstan, DYA, Çîn, Şîlî û Elmanya pêşengiyê dikin.
HÎNDÎSTAN
Li Hîndîstanê ku ji aliyê enerjiyê ve hewcedariya xwe bi cîhana derve re heye û bi sed mîlyonan mirovên li vî welatî dijîn bê elektrîk in, razemenî li ser enerjiya dikare ji nû ve were bikaranîn, tê kirin. Balkêş e ku piştî bikaranîna enerjiya komirê ya zerarê dide atmosferê Hîndîstanê berê xwe daye enerjiya dikare ji nû ve were bikaranîn.
Bi saya razemeniyên li ser enerjiya rojê, ku ji aliyê Serokwezîr Narendra Modî ve hatin ragihandin, tê xwestin ku heta sala 2022'an bi qasî 100 gîgawatt enerjiya ji rojê bê hilberandin. Bi vê yekê re wê hilberîna elektrîka ji rojê ku niha 5 gîgawatt e, wê herî kêm bi 20 qatan zêde bibe. Ev yek jî bi qasî rêjeya enerjiya ji 100 santralên nukleerê ye. Di çarçoveya vê proejyê de li gundên tîrêjên rojê gelekî dibînin, santralên mezin ên fotovoltaîk tên çêkirin.
DYA
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku hînê yek ji çar parên pêwîstiya xwe ya bi petrolê ji derve peyda dike, mezintirîn hilberînê gaza teht û petrola teht a cîhanê ye. Tê payîn ku di salên pêş de pêwîstiya DYA ya bi gazê zêde bibe.
Razemeniyên girîng ên DYA li ser enerjiya ji ba û rojê ye. Gelek şîrketên mezin ên enerjiyê yên li vî welatî berê xwe didin vê qadê. Bi tenê şîrketa Tesla bi tena serê xwe wê 500 hezar wesayîtên bi elektrîkê dixebitin, hilberîne.
ÇÎN
Yek ji welatên bi pêş de diçe Çîn, di nava van welatan de yê herî zêde razemendiyê li ser enerjiya ji nû ve dikare were bikaranîn, dike ye. Çîn ku bi nifûsa xwe ya ji 1,4 mîlyar mirovî re herî zêde enerjiyê bi kar tîne, tevî santralên mezin ê ba û rojê wê di nava 10 salên pêş de razemeniyê li ser bi dehan santralên nukleerî jî bike.
Yek ji armancên Çînê ew e ku heta sala 2025'an ji turbînên ba 350 gîgawatt, ji santralên rojê (fotovoltaîk) jî heta sala 2020'an 200 gîgawatt enerjiyê bi dest bixe. Her wiha tê payîn ku di heman demê de bi qasî 40 santralên nû yên nukleerî yên Çînê temam bibin.
ŞÎLÎ
Welatê Başûrê Amerîkayê Şîlî yek ji hilberînerên sereke yê enerjiya dikare ji nû ve were bikaranîn e. Tevî navendên mezin ên enerjiya roj û ba, çavkaniyên lîtyûm ên li Çola Atacama, girîngiya vî welatî ya li qada enerjiyê zêde dike. Bateryayên Lîtyûmê tevî otomobîlên bi elektrîkê dixebitin, di amûrên elektronîk û akumulatoran de tên bikaranîn.
ELMANYA
Di enerjiya ji nû ve dikare were bikaranîn de hilberînerê herî mezin ê Ewropayê Elmanya ye. Li Elmanyayê ku di sala 2014'an de ji sedî 27 ê enerjiya giştî ji roj, ba, av û biyo peyda kir, ev rêje par gihand ji sedî 32'an.
Li gorî texmînên yek ji saziyên girîng ên ramanê Agora, li Elmanyaya ku di sala 2015'an de 647 terawatt saet elektrîk hat hilberîn, zêdebûna di enerjiya ba de bi qasî rêjeya ji sedî 50 bû. Elmanya her wiha ji sedî 10 enerjiya hildiberîne, îxraç dike.
Elmanya ku dixwaze heta sala 2022'an santralên xwe yên nukleerî bigire, di heman demê de dixwaze heta sala 2040'î komirê jî biterikîne.
Elmanya li Derya Bakur xwedî turbînên mezin ên ba ye.