CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Iraqê xwe ji bo operasyona Ramadî amade dike
Li Iraqê, êrîşên hewayî yên li dijî herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, dewam dikin. Artêşa Iraqê jî xwe amade dike li Ramadiyê dest bi operasyoneke berfireh a bejahî bike. -
2 kesên din ji ber komkujiya li Parîsê hatin binçavkirin
2 kesên din ku tê texmînkirin pêwendiya xwe bi komkujiya li Parîsê ya 13'ê Mijdarê ji aliyê DAIŞ'e ve hat kirin hene, hatin binçavkirin. -
Li Yemenê tevî agirbestê jî şerekî dijwar diqewime
Li Yemenê, şerê navxweyî yê bi mehan e dewam dike, gav bi gav dijwar dibe. Di şerê duh de bi dehan leşkerên alîgirê Serokkomar Hadî û milîsên Şîa jiyana xwe ji dest dan. -
Li Spanyayê îro hilbijartinên parlamenta nû hene
Li Spanyaya di nava krîza aborî û bêkariyê de ye, gel îro ji bo diyarkirina parlamenta nû diçe ser sindoqan. -
Elmanya û welatên YE li ser Rûsyayê li hev nakin
Tevî têkiliyên aloz ên navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropa (YE) jî, Elman bi taybetî ji aliyê enerjiyê ve hevkariya xwe ya bi Rûsyayê re didomîne. Vê yekê rê li ber nerazîbûna welatên li Başûr û Rojhilatê Ewropayê vekir. -
Hikûmeta Danîmarka dixwaze dest deyne ser hebûneyên penaberan
Hikûmeta Danîmarkayê ku tevî pêla mezin a koçberiyê ya ber bi welatên Ewropayê ve hejmareke gelekî kêm a koçberan xwe lê girtiye, dixwaze pere û eşyayên bi qîmet ên penaberan bi xwe re anîne, desteser bike. -
SOHR: Di êrîşên hewayî de bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan
Hat îdîakirin ku li Sûriyeyê, di dema bombekirina komên çete yên destekê ji Tirkiye û Siûdî werdigirin de, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Di sala 2015'an de 60 mîlyon penaber 250 mîlyon koçber
Li gorî hejmarên ji aliyê Banka Cîhanê ve hatin weşandin, heta dawiya vê salê hejmara koçberan a li gelemperiya cîhanê wê bigihêje 250 mîlyonî û rekora dîrokî bişikîne. -
Endamên mayînde yên Neteweyên Yekbûyî di pêşniyara çareseriya ji bo Sûriyeyê de li hev kirin
Her 5 welatên ku endamên mayînde yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ne, di pêşniyara çareseriya ji bo Sûriyeyê li hev kirin. -
NY wê krîza Mûsilê binirxîne
Li ser daxwaza Bexdayê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, wê hebûna leşkerên Tirk li herêma Başîka ya li nêzî Mûsilê binirxîne. -
Dêrên Elman: Bila firotina çekan ji bo Siûdiyan bê sekinandin
Konferansa Pêşketin û Dêrê ya Hevpar, ku ji dêrên Katolîk û Protestan ên Elman pêk tê xwest, firotina çekan ji bo Erebîstana Siûdî were sekinandin. -
Gerstêrkek din hat vedîtin ku pêkane jiyan lê hebe
Ji ber ku şert û mercên jiyanê yên li cîhana me ji aliyê mirovan ve kêlî bi kêlî tê tinekirin, zanyar bêhtir bala xwe didin fezayê û li gerstêrkên nû yên dibetiya jiyanê lê hebe, digerin. -
'Peymana Avhewayê nikare bi germahiya global'
Saziyên endamê tevgera bi navê "Ne Avhewa, Guhertina Sîstemê" destnîşan kirin, ku peymana avhewayê ya li Parîsê hat qebûlkirin, xwedî hêza pêkanînê nîne. -
Pûtîn: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re wê asayî nebe
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di civîna çapemeniyê ya nirxandina salekê de destnîşan kir, ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re wê asayî nebin. -
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Awûstûrya hatin girtin, gelo amadekariya komkujiyên mezin dikirin?
Du kesên çend roj berê li kampeke penaberan a li Awûstûryayê hatin binçavkirin, derket holê ku pêwendiya xwe bi komkujiya li Parîsê re hene. Bûyer li Awûstûryayê bû rojeva sereke. -
DYA: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden ji Tirkiyeyê xwest, leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne. -
Îstîxbarata Elman, fatûreya skandala şopandina nelirê li 3 wezîfedaran birî
Piştî ku xebatên îstîxbaratê yên nelirê yên Servîsa Agahîwergirtinê ya Federal a Elman (BND) derket holê, fatûreya vê skandalê li çend ajanan tê birîn. -
Ûkrayna li şûna Rûsyayê bi YE re dest bi bazirganiya serbest dike
Di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de têkiliya dawî ya aboriyê jî qut bû. Ûkrayna gav bi gav xwe nêzî Yekîtiya Ewropa (YE) dike. -
Yekîtiya Ereban, bi rojeva Tirkiyeyê wê civîneke awarte li dar bixe
Yekîtiya Ereban, li ser banga Bexdayê, têkîldarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê wê civînek awarte li dar bixe. -
Muzakereyên aştiyê yên li Lîbyayê
Serokên du parlamentên li Lîbayyê li Maltayê rûniştin. Roja Pêncşemê jî wê li Fasê mora xwe deynin binê peymana aştiyê. -
Agirbesta li Yemenê 6 saetan dewam kir
Li Yemenê, agirbesta 7 rojan di saetên destpêkê de xera bû. -
Li Swêdê cezayê ragirtina heta bi hetayê li DAIŞ'iyan hat birîn
Du welatiyên Swêdê yên bi navê Al Amîr Sûltan û Hassan Al Mandlawî, ji ber sûcê tevlî çalakiyên terorê yên li Sûriyeyê bûne, ji aliyê Dadgeha Goteborgê ve bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hatin cezakirin. -
Partiya Çep a Swêdê: Divê Tirkiye derhal êrîşên xwe yên li dijî Kurdan biqedîne
Berdevkê Polîtîka Derve û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Hans Lînde ji Tirkiyeyê xwest, ku dawî li êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan ên ku bi biryardarî li dijî DAIŞ'ê têdikoşin, bîne. -
Rûsya: Zêdeyî 1200 tankerên petrolê yên DAIŞ'ê hatin rûxandin
Rayedarê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rûdskoy li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wan 1200 tankerên petrolê yên DAIŞ'ê li Sûriyeyê rûxandine. -
Civîna li ser Sûriyeyê roja Înê li New Yorkê ye
Hat ragihandin, ku civîna li ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi pêşengiya DYA û Rûsya tê organîzekirin, wê roja Înê li New Yorkê pêk were.