Li Swêdê cezayê ragirtina heta bi hetayê li DAIŞ'iyan hat birîn
Du welatiyên Swêdê yên bi navê Al Amîr Sûltan û Hassan Al Mandlawî, ji ber sûcê tevlî çalakiyên terorê yên li Sûriyeyê bûne, ji aliyê Dadgeha Goteborgê ve bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hatin cezakirin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
çarşem, 16 berfanbarê 2015, 08:48
Du welatiyên Swêdê yên bi navê Al Amîr Sûltan û Hassan Al Mandlawî, ji ber sûcê tevlî çalakiyên terorê yên li Sûriyeyê bûne, ji aliyê Dadgeha Goteborgê ve bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hatin cezakirin.
Her du endamên DAIŞ'ê dihatin sûcdarkirin, ku dema li nava rêxistina terorê li Sûriyeyê şer dikirin, serjêkirina du kesan plan kirine, tevlî înfazê bûne û sûcê terorê û şer kirine.
Doza ku bû sedema cezakirina DAIŞ'iyan bi ragirtina heta bi hetayê, bi awayekî rasthatî dema polîs sûcdariyeke şantajê lêkolîn dikir, derket holê. Polîsên ku li mala Al Amîn Sûltan ê ji Etiyopyayê ji ber şantajê di Sibata îsal de lêgerîn kirin, di USB'yekê de hin wêne û dîmenên li Sûriyeyê hatine kişandin, dîtin.
Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) ev wêne û fîlm lêkolîn kir û tespît kiri ku Al Amîn Sûltan ê 30 salî û Hasan Al Mandelawî yê 32 salî yê ji Iraqê, tevlî çalakiya serjêkirina du kesên nasnameya wan nediyar ên li herêma pîşesayî ya li al Shokaîef a li derveyî Helebê bûne.
Heyeta dadgehê li vî dîmenî temaşe kir û ji ber ku her du bersûc tevlî çalakiya serjêkirina du kesên nasnameya wan nehat diyarkirin bûne û Hasan Al Mandlawî di van çalakiyan de roleke navendî lîstiye, ji ber sûcê şer û terorê cezayê ragirtina heta bi hetayê li girtîgehê, li her du bersûcan birî.
Heyeta dadgehê di biryara xwe de ragihand ku bersûcan, dest û lingên du zilaman girê dane, ew bi hovane serjê kirine û destnîşan kir ku bi serjêkirina "bê baweran", Xiristiyanan û mirovên ji wan cudatir difikirin re, bersûcan xwestine mirovan bitirsînin.
Piştî aşkerakirina biryarê Serokê Heyeta Dadgehê dadger Ralf Glarsson daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku dîmenê serjêkirinê gelekî bandor li wî kirine û got, "Her roj berî razêm, serekî jêkirî tê ber çavên min."
Di vê navberê de Polîsê Fînlandiyayê jî da xuyakirin ku 2 Iraqiyên 23 salî yên birayên hev, roja Sêşemê ji ber sûcê kuştina 11 sivîlên li Iraqê, hatine binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya polîsan ev her du kes, par li bajarê Tîkrîtê yê di destê DAIŞ'ê de bû, gule li 11 sivîlên bêparastin reşandine û ew qetil kirine. Delîla herî mezin a polîsan jî, dîmenê di dema operasyonê de hatiye bidestxistin e.