NY wê krîza Mûsilê binirxîne

Li ser daxwaza Bexdayê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, wê hebûna leşkerên Tirk li herêma Başîka ya li nêzî Mûsilê binirxîne.

Li ser daxwaza Bexdayê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, wê hebûna leşkerên Tirk li herêma Başîka ya li nêzî Mûsilê binirxîne.

Civîn wê îro bê lidarxistin.

Tirkiyeyê di destpêka meha Kanûnê de bi tankan 150 heta 300 leşkerên din şandibû Başîka. Li ser nerazîbûna tund a Bexdayê, hêza zêdetir a dihat plankirin bê veguhastin hat sekinandin û beşek ji leşkerên Tirk ji Başîka hatin vekişandin û li cihên PDK lê serdest e, hatin bicihkirin.

Hikûmeta Iraqê ji DYA jî destek dît. Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Joe Bîden, piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Başîka ya li nêzî Mûsilê, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî re axivî. Bîden diyar kir ku leşkerên Tirk bêyî daxwaza Bexdayê ketine nava xaka Iraqê. Di daxuyaniya ji aliyê meqama Bîden ve hat dayîn de jî hat gotin, "Xurtkirina diyaloga navbera Tirkiye û Iraqê û kêmkirina aloziyê ji her demê bêhtir niha pêwîst e. DYA hurmetê nîşanî yekparebûna xaka Iraqê dide. Em li bendê ne ku Tirkiye jî heman rêzdariyê nîşan bide." Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li ser nerazîbûna Bexdayê, vekişîna leşkerên Tirk ji Başîka destpê kiriye û hat destnîşankirin, ku divê ev vekişîn dewam bike.

YEKÎTIYA EREB JÎ WÊ DI 24'Ê KANÛNÊ DE BI AWAYEKÎ AWARTE BICIVE

Wezîrên Karên Derve yên dewletên endamê Yekîtiya Ereb jî, li ser heman mijarê wê di 24'ê Kanûnê de civîneke awarte lidar bixin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Ahmed Bîn Hellî diyar kir ku daxwaza vê civînê ji Iraqê hat.