Muzakereyên aştiyê yên li Lîbyayê
Serokên du parlamentên li Lîbayyê li Maltayê rûniştin. Roja Pêncşemê jî wê li Fasê mora xwe deynin binê peymana aştiyê.
Serokên du parlamentên li Lîbayyê li Maltayê rûniştin. Roja Pêncşemê jî wê li Fasê mora xwe deynin binê peymana aştiyê.
Serokên du parlamentên li Lîbyayê, piştî ku welat di navbera du hevrikên siyasî de parçe bû, cara yekê li Maltayê li hev civiyan.
Hevdîtin roja Sêşemê di navbera Serokê Parlamenta navenda xwe li Tobrûkê ye Akîla Salah ku ev parlament ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin û Serokê Parlamenta navenda xwe Trablûs e Nûrî Ebû Sahmeyn de pêk hat.
Roja Pêncşemê jî wê bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, li bajarê Şîrat ê Fasê, peymana aştiyê bê morkirin.
Li gorî vê peymana tê payîn bê îmzekirin, ji bo derketina ji nava krîzê wê di navbera aliyan de hikûmeteke yekîtiya neteweyî bê avakirin. Li Lîbyayê, piştî ku Mûammed Kaddafî di sala 2011'an de bi destwerdana tund û bi xwîn a NATO'yê hat xistin û vir ve di nava krîzê de ye.
Welat ji havîna 2014'an û vir ve ji aliyê du parlamentan û du hikûmetan ve tê birêvebirin. Tevî vê yekê, dijminê mirovahiyê DAIŞ li vê herêmê gefeke mezin dixwe.