Rûsya: Zêdeyî 1200 tankerên petrolê yên DAIŞ'ê hatin rûxandin

Rayedarê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rûdskoy li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wan 1200 tankerên petrolê yên DAIŞ'ê li Sûriyeyê rûxandine.

Êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin. Hat ragihandin ku di êrîşên hewayî de zêdeyî 1200 tankerên petrolê hatine îmhakirin.

Rayedarê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rûdskoy li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wan 1200 tankerên petrolê yên DAIŞ'ê li Sûriyeyê rûxandine.

Rayedarê Rûs da zanîn ku Rûsyayê êrîşên xwe yên hewayî di nava çend hefteyên dawî de zêde kiriye û anî ziman ku armanca sereke ya êrîşan çikandina çavkaniya debarê ya DAIŞ'ê ye