Îstîxbarata Elman, fatûreya skandala şopandina nelirê li 3 wezîfedaran birî
Piştî ku xebatên îstîxbaratê yên nelirê yên Servîsa Agahîwergirtinê ya Federal a Elman (BND) derket holê, fatûreya vê skandalê li çend ajanan tê birîn.
Piştî ku xebatên îstîxbaratê yên nelirê yên Servîsa Agahîwergirtinê ya Federal a Elman (BND) derket holê, fatûreya vê skandalê li çend ajanan tê birîn.
Piştî ku xebatên îstîxbaratê yên nelirê yên Servîsa Agahîwergirtinê ya Federal a Elman (BND) derket holê, fatûreya vê skandalê li çend ajanan tê birîn. Berpirsyarê beşa ji şopandina nelirê berpirsyar tê dîtin û du ajan ji kar hatine derxistin.
Di encama xebatên Komîsyona Meclîsa Federal a ji kontrolkirina xebatên BND berpirsyar de derketibû holê ku îstîxbarata Elman der barê gelek hikûmetên Ewropa û saziyên Yekîtiya Ewropayê de agahî berhev kiriye. Endamê Komîsyonê parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Andrê Hahn da xuyakirin, ku lêkolînkirina 3 hezar 300 nûmarayên telefonê û emailê ji aliyê BND ve, bi şêweyeke nelirê hatiye meşandin.
Hatibû ragihandin ku di nava van telefon û emailan de saziyên hikûmetên welatên Yekîtiya Ewropa û NATO'yê jî hebûn. Parlamenterê Dîe Lînke diyar kir ku di encama lêkolînên wan de derketiye holê ku bi tenê yek ji sê parên xebatên BND li gorî qanûnan hatiye meşandin.
Piştî ku skandal ket rojevê, fatûteya vê yekê bi tenê li çend wezîfedarên BND hat birîn. Yek ji şefên servîsên îstîxbaratê yên BND'ê, ku generalekî artêşê ye û du wezîfedar ji kar hatin derxistin. Lê belê balkêş e ku ev general piştî ji BND'ê hat derxistin, li wezîfeya xwe ya li nava artêşê vegeriya.
Parlamenterê Partiya Keskan (Grunen) Hans-Chrîstîan Strobele jî da xuyakirin ku BND'ê heta roja îro bi salan agahiyên kêm û şaş daye Meclîsa Federal û destnîşan kir ku ev yek li dijî qanûan e.