Artêşa Iraqê xwe ji bo operasyona Ramadî amade dike

Li Iraqê, êrîşên hewayî yên li dijî herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, dewam dikin. Artêşa Iraqê jî xwe amade dike li Ramadiyê dest bi operasyoneke berfireh a bejahî bike.

Li Iraqê, êrîşên hewayî yên li dijî herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, dewam dikin. Artêşa Iraqê jî xwe amade dike li Ramadiyê dest bi operasyoneke berfireh a bejahî bike. Hat ragihandin, ku di bomberdûmaneke li Mûsilê de, sivîl jî di nav de 20 kes mirine.

Artêşa Iraqê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyona bejahî ya ji bo rizgarkirina bajarê Ramadî, ku amadekariyên wê qediyan e, di her kêliyê de dikare bê destpêkirin. Bi vê armancê artêşê ji hewayê ve belavok li ser bajarê Ramadî belav kir û ji gel xwest, ku ji bo êrîş tesîrê li wan neke, bajêr biterikînin.

Li gorî agahiyan, hejmara çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajarê Ramadî bi qasî 300 e û ji bo sivîl bajêr neterikîne zext tê kirin. Çete hînê jî hewl didin bi qasî 50 hezar sivîlan li bajêr dîl bigirin.

Di vê navberê de bomberdûmana hewayî ya li hemberî bajarê Mûsilê, ku ji Hezîrana 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyan de ye, dewam dike. Hat ragihandin, ku duh danê êvarê bombe li avahiyeke yek ji serçeteyên DAIŞ'ê lê dima hatine barandin û 12 jê sivîl 20 kes mirin e.