Du kesên çend roj berê li kampeke penaberan a li Awûstûryayê hatin binçavkirin, derket holê ku pêwendiya xwe bi komkujiya li Parîsê re hene. Bûyer li Awûstûryayê bû rojeva sereke. Ji bilî van kesan, beriya komkujiya 13'ê Mijdarê du gumanbarên çete hatibûn binçavkirin. Ev yek rê li ber fikaran vedike ku koma çete ya komkujî pêk anî, ji yên tên zanîn bêhtir xwedî endaman e.
Di nûçeya rojnameya Kronenzeîtûngê de hat ragihandin du kesên di dawiya hefteyê de li kampeke penaberan a li bajarê Salzbûrgê hatin binçavkirin, pêwendiya xwe bi koma çeteyên DAIŞ'ê ya roja 13'ê Mijdarê li Parîsê 130 kes qetil kirin re heye.
Berdevkê Dozgeriya Salzbûrgê Robert Holzleîtner nûçe piştrast kir û got, "Di dawiya hefteyê de, du kesên ji Rojhilata Navîn hatin, bi gumanbariya endametiya rêxistineke terorîst hatin binçavkirin. Di lêpirsînê de pêwendiya wan a bi êrîşên Parîsê re tê lêkolînkirin."
Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de jî hatibû ragihandin, ku ji bo du gumanbar di binê çavan de bên ragirtin, bi têrkerî delîl hene.
DI SER SÛRIYE-TIRKIYE-YEWNANÎSTANÊ RE HATINE AWÛSTÛRYAYÊ
Li gorî agahiyan, ev her du kes li kampeke li Awûstûryayê ku penaber ji bo demekê lê dimînin hatine girtin û tê gotin ku tevî endamên çete yên komkujî kirine, bi penaberên ji Sûriyeyê hatine re ketine nava welêt. Li gorî texmîn û lêkolînan, gumanber ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne û ev kes di ser Yewnanîstanê re hatine Awûstûryayê.
Tê gotin ku lêpirsîna her du gumanbaran ji aliyê servîsên veşartî yên Awûstûrya û Fransayê ve tê kirin.
GELO HEDEF; KOMKUJIYEK DI NOELÊ DE BÛ?
Ji bilî van kesan, berî çend rojan li kampeke transît a penaberan a li Salzbûrgê du gumanbarên DAIŞ'ê hatibûn binçavkirin. Hejmara zêde ya kesên hatine binçavkirin nîşan dide ku endamên koma çete ya li Parîsê komkujî kirine, ji texmînan gelekî zêdetir e.
Di medya Awûstûryayê de tê îdîakirin, ku ev kesên hatine binçavkirin plan dikirin ku di Cejna Noelê de êrîşeke terorê bikin.