Ûkrayna li şûna Rûsyayê bi YE re dest bi bazirganiya serbest dike

Di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de têkiliya dawî ya aboriyê jî qut bû. Ûkrayna gav bi gav xwe nêzî Yekîtiya Ewropa (YE) dike.

Di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de têkiliya dawî ya aboriyê jî qut bû. Ûkrayna gav bi gav xwe nêzî Yekîtiya Ewropa (YE) dike. Rûsyayê duh da xuyakirin ku tevî betalkirina peymana bazirganiya serbest a bi Ûkraynayê re, li hemberî Yekîtiya Ewropayê jî heman pêkanîn xistiye meriyetê.

Biryarnameya li ser mijarê ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve duh hat îmzekirin. Bi vê biryarnameyê re peymana bazirganiya serbest a bi Ûkraynayê re ji 1'ê Çileyê û pê ve betal dibe. Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko da xuyakirin ku ev tedbîrên aboriyê yên Rûsyayê li hemberî Ûkraynayê wergirtiye, 'wê zerarê bidin aboriya welatê wan' û ragihand, ku wê bi Yekîtiya Ewropayê re dest bazirganiyeke bi heman rengî bike.

Poroşenko li Brukselê bi Serokê Komîsyonê Jean-Claûde Jûncker û Serokê Konseyê Donald Tûsk re rûnişt û diyar kir ku ji 1'ê Çileyê û pê ve wê bi Yekîtiya Ewropayê re herêma bazirganiya serbest were avakirin.

Rûsyayê di gelek daxuyaniyên xwe yên beriya niha de îdîa kiribû ku bi pêkanîna bazirganiya serbest a bi Yekîtiya Ewropayê re Ûkrayna wê 'di nava berhemên Ewropayê de bifetise.'

Tevî vê rabûna li hemberî hev jî, hevdîtinên di navbera Yekîtiya Ewropa, Rûsya û Ûkraynayê wê bidomin. Wezîrên Karên Derve û Aboriyê yên Ûkrayna û Rûsyayê û Komîsera Komîsyona Yekîtiya Ewropa ya ji Têkiliyên Bazirgahiyê Berpirsyar Cecîlîa Malmstrom wê roja Duşemê li hev rûnên.