Partiya Çep a Swêdê: Divê Tirkiye derhal êrîşên xwe yên li dijî Kurdan biqedîne

Berdevkê Polîtîka Derve û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Hans Lînde ji Tirkiyeyê xwest, ku dawî li êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan ên ku bi biryardarî li dijî DAIŞ'ê têdikoşin, bîne.

Berdevkê Polîtîka Derve û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Hans Lînde ji Tirkiyeyê xwest, ku dawî li êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan ên ku bi biryardarî li dijî DAIŞ'ê têdikoşin, bîne.

Lînde di gotara xwe ya li rojnameya Goteborg Posten de diyar kir ku jin û mêrên Kurd ên bi wêrekî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, piştî ku Kobanê azad kirin û derb li çavkaniyeke girîng a debara DAIŞ'ê xistin, Şengal jî azad kirin. Lînde da zanîn ku alîkariyên Swêd dide Rojava gelekî kêm in.

Lînde diyar kir ku Partiya Çep ji bo alîkariyê li ji nû ve avakirina Kobanê bike bi qumbereyan 93 hezar kron berhev kiriye lê belê ev têrê nake û got, "Pêwîste cîhana derve bi berpirsyariya alîkariya însanî û ji nû ve avakirinê rabe."

Lînde anî ziman ku Kurd û hêzên tifaqê bi wan re dikin, ne tenê li dijî DAIŞ'ê şer dikin di heman demê de neçar dimînin xwe ji êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk biparêzin. Lînde da xuyakirin ku xemsariya Yekîtiya Ewropa û Swêdê ya li pêşberî vê rewşê, weke Partiya Çep wan dixe nava fikaran û xwest, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan tavilê bi dawî bibin.

DIVÊ TERORA DEWLETÊ YA LI HEMBERÎ 5 BAJARAN BI DAWÎ BIBE

Rêxistina Partiya Çep a bajarê Ûppsala jî da xuyakirin, ku Sûr, Nisêbîn û Cizîr jî di nav de 5 navçe veguherîne qada şer û bibîr xist, ku herî dawî li Amedê du ciwanên Kurd ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Rêxistina Partiya Çep bal kişand ser hilweşandina berhemên dîrokî ji aliyê dewleta Tirk ve û bang li Hikûmeta Swêdê kir, ku ji bo dawî li êrîşên li hemberî Kurdan bê anîn, li nava Yekîtiya Ewropayê bikeve nava tevgerê.