Yekîtiya Ereban, bi rojeva Tirkiyeyê wê civîneke awarte li dar bixe
Yekîtiya Ereban, li ser banga Bexdayê, têkîldarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê wê civînek awarte li dar bixe.
Yekîtiya Ereban, li ser banga Bexdayê, têkîldarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê wê civînek awarte li dar bixe.
Yekîtiya Ereban, li ser banga Bexdayê, têkîldarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê wê civînek awarte li dar bixe.
Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ehmed Cemaledîn di daxuyaniya xwe ya îro de da xuyakirin ku Yekîtiya Ereban di 24’ê Kanûnê de têkîldarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê wê civînek awarte li dar bixin.
Cemaledîn diyar kir ku li ser daxwaza Iraqê civîn hatiye plankirin, di asta Wezîrên Karên Derve yên dewletên ku endamên Yekîtiya Ereban in, wê civîn bi rê ve biçe.
Dewleta Tirk 4’ê Kanûnê leşker şandin herêma Başîqa ya girêdayî bajarê Mûsilê ya Iraqê. Dewleta Tirk bi pêkananîn van sewqiyatên leşkerî bû sedema ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de alozî derkeve. Iraqê ji bo leşkerên Tirk ji axa Iraqê derkevin bi serlêdana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gilî kiribû.
Li ser bertekan, dewleta Tirk beşek leşkerên xwe yên li Başîqa derbasî Başurê Kurdistanê kir, lê Serokkomarê Tirk Erdogan û rayedarên Tirkiyeyê diyar kiribûn ku wê heyîna artêşa Tirk li Mûsilê bidome.
Rayedarên Iraqê, di civîna ku li Bexdayê bi rayedarên dewleta Tirkiyeyê re pêkanî, israrbûna xwe parastibû ku ji bo dawî li qrîzê were, divê dewleta Tirk tevahî leşkerên xwe ji herêma Başîqayê vekişîne.