Tevî têkiliyên aloz ên navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropa (YE) jî, Elman bi taybetî ji aliyê enerjiyê ve hevkariya xwe ya bi Rûsyayê re didomîne. Vê yekê rê li ber nerazîbûna welatên li Başûr û Rojhilatê Ewropayê vekir.
Duh li paytexta Belçîka Brukselê, civîna bilind a lîderên YE pêk hat. Rageşiya navbera Serokwezîrên Elmanya û Îtalyayê mora xwe li civînê xist. Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî, ji ber ku Elmanya projeya xwe ya (North Stream2) a gaza xwezayî ji Rûsyayê werdigire didomîne, nerazîbûneke tund nîşan da.
Renzî da xuyakirin, ku weke nerazîbûna li pêkanînên Yekîtiya Ewropayê, Rûsyayê par projeya xeta gaza xwezayî (Soûth Stream) betal kiriye û bi vê yekê re Başûrê Ewropayê ji gazê bêpar hiştiye.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî weke hinceta vê yekê diyar kir ku projeya North Stream2 bi hevkariya sektora taybet hatiye çêkirin. Li gorî agahiyan, Merkel di civînê de bi ser ketiye û nehiştiye ku ji bo pêşî li vê projeyê were girtin.
Îtalya ev 1,5 sal e li dijî pêkanînên aboriyê yên Yekîtiya Ewropa li hemberî Rûsyayê xistiye meriyetê, derdikeve. Serokwezîr Matteo Renzî da xuyakirin, ku ev pêkanîn wê bi kêrî guhertina polîtîkaya Rûsya ya li ser Ûkraynayê neyên.
Tevî Renzî tê gotin ku welatên li Rojhilatê Ewropayê yên bi helwesta xwe ya tund a li hemberî Rûsyayê tên naskirin, li hemberî projeya North Stream2 helwest nîşan dane.