Di sala 2015'an de 60 mîlyon penaber 250 mîlyon koçber

Li gorî hejmarên ji aliyê Banka Cîhanê ve hatin weşandin, heta dawiya vê salê hejmara koçberan a li gelemperiya cîhanê wê bigihêje 250 mîlyonî û rekora dîrokî bişikîne.

Li gorî hejmarên ji aliyê Banka Cîhanê ve hatin weşandin, heta dawiya vê salê hejmara koçberan a li gelemperiya cîhanê wê bigihêje 250 mîlyonî û rekora dîrokî bişikîne. Koçeran di nava vê salê de 601 mîlyar dolar pere ji malbat an jî xizmên xwe re şandin û du ji sê parên vî pereyî, ji welatên xizan re çûye.

Ev hejmar li gorî koçberiya ji ber sedemên aborî û çandî hat hesabkirin. Li gorî vê hesabê, ji sedî 38 ê tevgera koçberiya 250 mîlyonî li welatên nîvglovera başûr pêk hat. Ji sedî 34 jî li welatên nîvglobera başûr û bakur pêk hatiye.

Welatên herî zêde mirovan jê koç kirine Hîndîstan, Meksîka, Rûsya, Çîn û Bangladeş in. DYA, Erebîstana Siûdî, Elmanya, Rûsya û Emaretên Ereb ên Yekbûyî jî weke welatên herî zêde koçberan xwe lê girtine derketin pêş.

RÊYA HERÎ MEZIN A KOÇBERIYÊ 'MEKSÎKA-DYA' YE

Li gorî rapora Banka Cîhanê, rêya herî zêde ji bo koçberiyê di nava vê salê de hatiye bikaranîn, bi koçberiya ji 13 mîlyon mirovan re sînorê Meksîna û DYA ye. Sînorên din ên herî zêde koçberî dîtin jî Rûsya-Ûkrayna, Bangladeş-Hîndîstan û Ûkrayna-Rûsya ne.

HEJMARA PENABERAN GIHÎŞT 60 MÎLYONÎ

Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a duh hat weşandin de, hat ragihandin ku hejmara penaberên li gelemperiya cîhanê gihaştiye 60 mîlyonî.

Di rapora Banka Cîhanê de jî hat gotin ku di sala 2014'an de herî kêm 14,4 mîlyon kesan xaka xwe terikandine û li welatekî din ketine rewşa penaberiyê. Mirovên par koç kirin, ji sedî 6 jê penaber bûn û ji sedî 86 ji an jî koçî welatên bi pêş dikevin kirin.

KOÇBERAN 440 MÎLYAR DOLAR DERBASÎ WELATÊN XIZAN KIRIN

Koçberên ji neçarî welatê xwe terikandine yan jî ji bo xebatê koç kirine, 601 mîlyar dolar alîkariya madî bi malbat an jî xizmên xwe re kir, ku ev hejmar di asta rekorê de ye. 441 mîlyar dolarê vê alîkariyê ji welatên bi pêş dikeve re hatin şandin. Hat destnîşankirin ku ev yek, 3 qat ji alîkariya pêşvebirinê ya welatên dewlemend dide welatên bi pêş dikeve, zêdetir e.