Li Spanyayê îro hilbijartinên parlamenta nû hene

Li Spanyaya di nava krîza aborî û bêkariyê de ye, gel îro ji bo diyarkirina parlamenta nû diçe ser sindoqan.

Li Spanyaya di nava krîza aborî û bêkariyê de ye, gel îro ji bo diyarkirina parlamenta nû diçe ser sindoqan. Tê payîn ku di encama hilbijartinê de dawî li desthilatdariya yek partiyê bê anîn.

Dengdayîn wê îro saet di 09:00 û pê ve destpê bike. 1,9 mîlyon jê li derveyî welat, wê 36,5 mîlyon hilbijêr biçin ser sindoqan.

Li gorî anketên hatine kirin, desthilatdariya ku heta roja îro di navbera Partiya Gel (PP) a mûxafazakar û Partiya Sosyalîst a Spanyayê (PSOE) dest diguherî, wê bi hilbijartinên îro re veguhere şêweyê koalîsyonê.

Li gorî anketên beriya hilbijartina Parlamenta Spanyayê ya ji 350 kursiyan, Partiya Gel a bi rêveberiya Serokwezîr Marîano Rajoy, li gorî hilbijartinên sala 2011'an 16-18 pûan winda kiriye û daketiye asta rêjeya ji sedî 26-28'an. PP wê bi vê encamê re 114 heta 119 kursiyan werbigire û bi vî rengî piraniya endamên parlamentê bi dest nexe.

Anketan tespît kirin ku PSOE jî wê ji sedî 20 ê dengan bistîne û herî zêde 80 kursiyan werbigire. Partiya lîberal a navendî Cîûdadanos a nû hatiye avakirin, tê payîn ku ji sedî 19 ê dengan bistîne. Li gorî anketan, piştî Cîûdadanos partiya nû ya çep Podemos tê. Di van anketan de tê destnîşankirin ku Podemos wê bi rêjeya ji sedî 17-18'an re herî kêm 60 kursiyan qezenc bike.

Encamên destpêkê yên hilbijartinê wê piştî bidawîbûna dengdayînê saet ji 20:00 û pê ve bên aşkerakirin.