Civîna li ser Sûriyeyê roja Înê li New Yorkê ye

Hat ragihandin, ku civîna li ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi pêşengiya DYA û Rûsya tê organîzekirin, wê roja Înê li New Yorkê pêk were.

Hat ragihandin, ku civîna li ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi pêşengiya DYA û Rûsya tê organîzekirin, wê roja Înê li New Yorkê pêk were.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) John Kerry, tevî hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li Moskowayê hevdîtinek pêk anîn.

Piştî hevdîtinê Lavrov daxuyaniyek da û ragihand ku ew destekê didin civîna wezîrên karên derve ya ku ji aliyê DYA ve ji bo 18'ê Kanûnê roja Înê hatiye organîzekirin. Lavrov da zanîn, ku piştî civîna li New Yorkê, ew ê pêşnûmeyekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin û bi vê yekê re bixwazin ku li ser prensîbên beriya niha li Viyanayê li ser li hev hatiye kirin, biryar were dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry jî pêkhatina vê civînê piştrast kir. Keryy piştî hevdîtina sê saetan a duh bi Lavrov re, bi Vladîmîr Pûtîn re jî zêdeyî 3 saetan hevdîtinek kir.