Pûtîn: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re wê asayî nebe

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di civîna çapemeniyê ya nirxandina salekê de destnîşan kir, ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re wê asayî nebin.

Pûtîn got, "Em fêm nakin bê çima Tirkiyeyê balafira me xist xwarê" û diyar kir ku Tirkiyeyê berê gelek caran qada hewayî ya Sûriyeyê binpê kir, lê êdî sîstemeke parastina hewayî ya Sûriyeyê heye.

Pûtîn di civîneke çapemeniyê ya li Moskowayê de axivî û xistina balafira Rûs weke "çalakiyeke dijminane" nirxand.

Pûtîn bi gotinên giran destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide xwe bi Amerîkayê xweş bike û da zanîn, ku têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re wê asayî nebe.