DYA: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden ji Tirkiyeyê xwest, leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne.
Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden ji Tirkiyeyê xwest, leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne.
Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Joe Bîden, piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Başîka ya li nêzî Mûsilê, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî re axivî. Bîden diyar kir ku leşkerên Tirk bêyî daxwaza Bexdayê ketine nava xaka Iraqê.
Di daxuyaniya ji aliyê meqama Bîden ve hat dayîn de jî hat gotin, "Xurtkirina diyaloga navbera Tirkiye û Iraqê û kêmkirina aloziyê ji her demê bêhtir niha pêwîst e. DYA hurmetê nîşanî yekparebûna xaka Iraqê dide. Em li bendê ne ku Tirkiye jî heman rêzdariyê nîşan bide."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li ser nerazîbûna Bexdayê, vekişîna leşkerên Tirk ji Başîka destpê kiriye û hat destnîşankirin, ku divê ev vekişîn dewam bike.