CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Siûdî wehşeta îdamkirinê
Li Erebîstana Siûdî, roja Sêşemê welatiyekî Pakîstanî û welatiyekî Siûdî bi jûr hatin serjêkirin. -
UNHCR: Penaberên li ser sînorê Urdunê bi mirinê re rû bi rû ne
UNHCR bi daxuyaniyekê ragihand ku piraniya 12 hezar penaberên li ser sînorê Urdunê tên sekinandin, bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne. -
Li Elmanyayê, serdegirtinên malan ên ji ber gumana êrîşê
Hat ragihandin, ku li eyaletên Berlîn û Sachsen ên Elmanyayê, polîsan avêtine ser malên kesên gumana êrîşa terorîstî ji wan tê kirin. -
DYA giliyê Çînê li cem WTO kir
Lihevnekirinên aborî yên navbera du mezintirîn aboriyên cîhanê DYA û Çîn'ê tên ber destê Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO). DYA giliyê Çînê li cem WTO kir, ku ji ber avantajên dide şîrketên hilberîna balafiran, hevsengiya tîcarî xera kiriye. -
Ji Meksîkayê ji bo kêmkirina karbon, projeya ji 23 mîlyar dolarî
Hikûmeta Meksîkayê da xuyakirin ku ji bo emîsyonên karbon ên li parzîngehên petrolê werin kêmkirin, ew ê projeyeke mezin bixin meriyetê. -
Birçîbûn wê li Etiyopyayê bandorê li 15 mîlyon mirovan bike
Yek ji welatên Afrîkayê yên xwedî nifûsa herî zêde Etiyopya, ji ber ziwayiya tund bi pirsgirêka xwarinê re rû bi rû ye. Li vî welatê ku 90 mîlyon mirov lê dijîn, di sala bê de wê herî kêm 10 mîlyon mirov hewcedarî alîkariya xwarinê bin. -
Komunîstên Rûs sala 2016'an weke 'Sala Stalîn' îlan kirin
Endamên Partiya Komunîst ên li herêma Penza ya Rûsyayê dan xuyakirin ku ew ê sala 2016'an weke 'Sala Stalîn' pîroz bikin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de li Penzayê Navenda Stalîn bê vekirin. -
Li rawestgeheke otobusan a Moskowê teqîn: Herî kêm 5 kes birîndar bûn
Li navenda Moskowê, di encama teqîna li rawestgeheke otobusan de herî kêm 5 kes birîndar bûn. -
Ûkrayna wê ji nû ve elektrîkê bide Qirimê
Ûkraynayê ragihand ku ew ê ji nû ve elektrîkê bide Nîvgirava Qirimê ya tevlî Rûsyayê bûye. -
Obama li hemberî xeteriya dijberiya Îslamê hişyarî da
Serokê DYA Barack Obama di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşa terorê ya li eyaleta Kalîforniya de, ku hefteya derbasbûyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, li dijî hewldana afirandina têgihîna 'şerê navbera Amerîka û Îslamê' hişyarî da. -
Serlêdana ji bo qedexekirina partiya nîjadperest NPD hat qebûlkirin
Ji bo Partiya Demokrat a Nasyona (NPD) a nîjadperest li eyaletên Elmanyayê were qedexekirin, serlêdana hat kirin piştî lêkolînkirina 2 salan hat qebûlkirin. -
8 ji 10 polîsên li Swêdê difikirin îstifa bikin
Tempoya zêde ya kar, mûçeyên kêm, hejmara kêm a polîsan û ji nû ve avakirina rêxistina polîsan, polîsê Swêdê tengav kir. -
Hejmara penaberên îsal tên Elmanyayê wê 1 mîlyonê derbas bike
Yek ji welatên ku penaberên di ser Tirkiye û Balkanan berê xwe danê Elmanya ye. Li Elmanyayê hejmara penaberan, 800 hezar derbas kir. -
Rojeva Fransayê; di tûra duyemîn de astengkirina partiya nîjadperest e
Li Fransayê, piştî ku di tûra yekemîn a hilbijartinên konseyên herêman ên roja Yekşemê de Eniya Neteweyî ya rastgiriya tund (Front National-FN) bû partiya yekemîn, hemû partiyan bala xwe dan ser tûra duyemîn. -
Ebadî ji Hêzên Hewa yên Iraqê re got amade bin
Serokwezîrê Iraqê Ebadî li hember leşkerên Tirk ên li Başîka hatine bicihkirin bertek nîşan da, got: “Ji bo pirsgirêkê çareser bikin me 48 saet da wan, niha 24 saetên wan ma.” -
Di hilbijartinên Venezûelayê de mûxalefeta rastgir bi ser ket
Li Venezûelayê ji bo diyarkirina parlamentê hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de mûxalefeta rastgir 99 kursiyên parlamentê bi dest xist û bû xwedî piraniya endamên parlamentê. -
Ji bo Afrîkayê projeya; di nava 15 salan de 100 mîlyon hektar qada daristanî
Di civîna bilind a avhewayê COP21 a li Parîsê didome de, di çarçoveya însiyatîfa AU, Wezareta Hevkarî û Pêşvebirinê ya Elmanya û Amerîkan World Resoûrces Îstîtûte de tê xwestin ku li 100 mîlyon hektar erdê Afrîkayê dar bên çandin. -
Çîn li şûna komirê berê xwe dide santralên nukleerî
Welatê Çînê ku du ji sê parên enerjiya xwe ya elektrîkê ji komirê werdigire û bi vî rengî welatê herî zêde gaza nebaş ber dide atmosferê ye, wê giraniyê bide ser enerjiya atomê. -
Li Fransayê rastgirên tund dibin 'partiya gel'
Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê de, ku piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya Parîsê di nava rewşeke awarte de hatin kirin, partiya rastigirya tund Front National (FN) ji sedî 28 ê dengan stend û gaveke mezin avêt. -
Ebadî: Em 48 saetan didin leşkerên Tirk
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têkildarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê daxuyaniyek tund da, diyar kir ku ji bo leşkerên Tirk ji Iraqê vekişin 48 saet daye. -
Îranê ji Erdogan xwest 'zêdegaviyê' neke
Şêwirmendê Polîtîka Derve ya Serokkomarê Îranê Alî Ekber Velayetî, bersiveke tund da Serokkomarê Tirk Erdogan, ku gotibû "Min hişyarî da Serokkomarê Îranê". -
Li YE yek ji çar ciwanan hînê bêkar e
Li welatên YE, rêjeya bêkariyê kêm dibe. Ji 28 welatan bi tenê li çar ji wan ev rêje zêde bû. Rêjeya bêkariya ciwanên kêmî 25 salî, li gelek welatan hînê gelekî zêde ye. -
Wekîlên CDU-CSU ji soza rakirina vîzeyê nerazî ne
Sozên ji bo bilezkirina muzakereyên li ser endametiyê û rakirina vîzeyê, ku Yekîtiya Ewropayê di berdêla pirsgirêka penaberan de da hikûmeta AKP'ê, rastî nerazîbûna partiyên hikûmeta Elman hatin. -
Li COP21'ê, pêşnûmeya ewilî ya li hevkirinê ya ji bo muzakereyên navbera wezîran amade ye
Di muzakereyên li Civîna Avhewayê COP21 a li paytexta Fransa Parîsê de pêşnûmeya destpêkê ya li hevkirinê temam bû. -
Yek ji kesayetên girîng ên çepa Îsraîlê Sarîd wefat kir
Yek ji kesayetên girîng ên çepa Îsraîlê Yossî Sarîd ku mafê dewletbûnê yê Fîlîstînê diparast, jiyana xwe ji dest da.