Li Siûdî wehşeta îdamkirinê
Li Erebîstana Siûdî, roja Sêşemê welatiyekî Pakîstanî û welatiyekî Siûdî bi jûr hatin serjêkirin.
Li Erebîstana Siûdî, roja Sêşemê welatiyekî Pakîstanî û welatiyekî Siûdî bi jûr hatin serjêkirin.
Li Erebîstana Siûdî, roja Sêşemê welatiyekî Pakîstanî û welatiyekî Siûdî bi jûr hatin serjêkirin.
Kesên hatin îdamkirin (serjêkirin) ji kar û barên narkotîkê û cînayetê hatibûn mehkûmkirin.
Pakîstanî li Mekkeyê, yê din jî li Katîf a li rojhilatê welêt hat îdamkirin.
Li gorî hesabên Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), ji destpêka salê û vir ve herî kêm 150 kes hatin îdamkirin. Di sala 2014'an de ev hejmar bi 87'an hatibû qeydkirin. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li Qraliyeta Siûdî 192 kes hatin îdamkirin. Ji sala 1995'an û vir ve îdamên herî zêde di sala 2015'an de hat kirin.
Li Erebîstana Siûdî cînayet, destavêtin, diziya bi çekê, vegera ji ol û bazirganiya narkotîkê bi îdamê tê cezakirin.
Qraliyeta Siûdî, Çîn, Îran û DYA welatên herî zêde îdam lê tê kirin e.