Li Fransayê, piştî ku di tûra yekemîn a hilbijartinên konseyên herêman ên roja Yekşemê de Eniya Neteweyî ya rastgiriya tund (Front National-FN) bû partiya yekemîn, hemû partiyan bala xwe dan ser tûra duyemîn. Komargerên (LR) bi pêşengiya Nîcolas Sarkozy red kirin ku di tûra duyemîn de xwe ji herêmên lê qels e vekişîne. Serokwezîr Manûel Vall jî xwest li herêmeke din jî deng ji lîsteyên LR re bê dayîn.
Di hilbijartinên dawiya hefteyê yên herêmî de FN a bi pêşengiya Marîne Le Pen, bi rêjeya ji sedî 27,73 ê dengan re bû partiya yekemîn û li 3 herêman ji bo tûra duyemîn bû xwedî avantaj. Di tûra duyemîn a hilbijartinan de ku wê roja Yekşemê were lidarxistin, ji bo konsey û assambleya 15 herêman herî kêm wê 3 lîste li ber xwe bidin.
Eger partiya li desthilatdariyê PS û lîsteyên LR ji hev cuda tevlî bibin, dibe ku FN li herêmên Nord-Pas-de-Calais-Picardie, Provences-Alpes-Cote d’Azur (PACA) û Alsace-Champagne Ardenne-Lorraine bi ser bikeve.
NAMZETÊ PS Ê HERÊMA ALSACE-LORRAINE XWE VENAKIŞÎNE
Ji bo FN li van herêman bi ser nekeve, PS biryar kir ku namzetên partiyê xwe ji van herêman vekişînin. Lê belê her çend ji du herêman bersiveke erênî jî hat, namzetê herêma Alsace-Champagne Ardenne-Lorraine Jean-Pierre Masseret, diyar kir ku ew ê lîsteyê venekişîne.
Serokwezîr Manûnel Valls der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ji bo partiya nîjadperest FN di tûra duyemîn de bi ser nekeve xwest ji lîsteyên partiya LR a Nîcolas Sarkozy û partiyên din ên rastgir re deng bê dayîn. Valls ragihand, ku ji bo rastgiriya tund bê astengkirin ew bi berpirsyariyê radibin ûbang li hilbijêrên çepgir kir ku dengê xwe bidin partiyên rastgir.
Valls her wiha Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy rexne kir ku li herêmên partiya wî bûye sêyemîn careke din tevlî hilbijartinê dibe û biryar daye ku bi partiyên çep re tifaqê neke.
SOZA DESTPÊKÊ YA LE PEN, QEDANDINA TÊKILIYÊN NAVNETEWEYÎ YE
Lîsteyên FN ên bi serokatiya Marîne Le Pen a xwedî nêzîkatiyeke nîjadperest, di tûra destpêkê ya hilbijartinê de li 6 herêman bû partiya yekemîn. Li herêma Nord-Pas-de-Calaîs-Picardie, ku rêjeya bêkariyê lê gelekî zêde ye, FN rêjeya dengê xwe gihand ji sedî 41'an.
Le Pen di axaftina xwe ya duh de ragihand ku dengê ji wan re hatine dayîn ne dengekî nerazîbûnê ye û anî ziman ku sozên wan ên ji aliyê aborî ve hatine dayîn, di wergirtina vê encamê de bi bandor bûye.
Lîdera nîjadperest da xuyakirin ku eger di tûra duyemîn de ew bê hilbijartin, karê ku destpêkê bike; betalkirina peymanên Konseya Herêman bi Afrîkayê re kiriye.