Li COP21'ê, pêşnûmeya ewilî ya li hevkirinê ya ji bo muzakereyên navbera wezîran amade ye

Di muzakereyên li Civîna Avhewayê COP21 a li paytexta Fransa Parîsê de pêşnûmeya destpêkê ya li hevkirinê temam bû.

Di muzakereyên li Civîna Avhewayê COP21 a li paytexta Fransa Parîsê de pêşnûmeya destpêkê ya li hevkirinê temam bû. Pêşnûme radestî heyeta Fransayê ya serokatiyê ji COP21'ê re dike, hat kirin. Tevî ku hînê kêmasiyên xwe hene jî, ev pêşnûme wê di muzakereyên sibe yên navbera wezîran de esas were girtin. 

Hat ragihandin ku pêşnûmeya li hevkirinê ya ji 48 rûpelan, di encama muzakereyên teknîkî yên 4 salên dawî de hatiye amadekirin û ji sibe û pê ve wê bibe mijara muzakereyên wezîrên 195 welatan.

Di pêşnûmeya ji bo têkoşîna li hemberî germahiya global de, ku ji sedan xalan pêk tê, hînê li ser zêdeyî sed xalan lihevkirin çênebûye.

Di muzakereyên COP21 de, xala sereke ya li ser li hev nehatiye kirin, mijara alîkariya malî ya ji bo welatên bi pêş dikeve re bê dayîn û bi cihanîna 'berpirsyariya dîrokî' ya têkildarî germahiya global e. 

Tê xwestin ku welatên pêşketî yên ku di germahiya global a li gorî sala 1880'ê bi pileyekê zêde bûye de xwedî pareke mezin e, 'berpirsyariya xwe ya dîrokî' bi cih bînin. Lê belê di serî de DYA gelek welatên pêşketî, xwe ji dayîna tazmînata bi sed mîlyaran dolarî ya ji ber karesatên avhewayê yên dema pêş de biqewimin, vedigirin.

Her wiha heyetên 110 welatên ku rîska germahiya global wê herî zêde bandorê li wan bikin, heyetên ji bo bisînorkirina germahiya global bi 2 pileyan, têrker nabînin. Ev welatên ku Awûstralya pêşengiyê ji wan re dike dixwazin, armanc; heta dawiya vê sedsalê bisînorkirina ji 1,5 pileyî be.

Muzakereyên COP21 ên ku di 30'ê Mijdarê de destpê kirin, tê payîn ku herî dereng heta roja Înê bi lihevkirinekê bi encam bibin.