Li rawestgeheke otobusan a Moskowê teqîn: Herî kêm 5 kes birîndar bûn

Li navenda Moskowê, di encama teqîna li rawestgeheke otobusan de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Li navenda Moskowê, di encama teqîna li rawestgeheke otobusan de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Dozgeriya Moskowê daxuyanî da RIA Novostî û got, "Li gorî agahiyên destpêkê, bombe bi ser girseya gel a li rawestgeha otobusê ve hat avêtin. Di teqînê de 3 kes birîndar bûn."

Berdevkê Midûriyeta Emniyetê ya Moskowê Andrey Galîakberov jî got, "Polîsê Moskowê sedema teqîna li rawestgeha otobusê ya li kolana Pokrovkayê lêkolîn dike. Li cihê bûyerê, ekîba lêpirsînê xebatên xwe didomîne."

Hatibû ragihandin ku di teqînê de 2 jê jin 3 kes birîndar bûne, lê piştre ev agahî hat sererastkirin û hat gotin ku 5 kes birîndar bûne.

Tê texmînkirin ku teqemeniya ji hêza 50 gr TNT'yê, ji wesayîtek di ber rawestgehê re derbas dibû hatiye avêtin.

Galîakberov diyar kir ku ji bo girtina êrîşkaran, hemû tedbîr hatine girtin.