Serlêdana ji bo qedexekirina partiya nîjadperest NPD hat qebûlkirin
Ji bo Partiya Demokrat a Nasyona (NPD) a nîjadperest li eyaletên Elmanyayê were qedexekirin, serlêdana hat kirin piştî lêkolînkirina 2 salan hat qebûlkirin.
Ji bo Partiya Demokrat a Nasyona (NPD) a nîjadperest li eyaletên Elmanyayê were qedexekirin, serlêdana hat kirin piştî lêkolînkirina 2 salan hat qebûlkirin.
Ji bo Partiya Demokrat a Nasyona (NPD) a nîjadperest li eyaletên Elmanyayê were qedexekirin, serlêdana hat kirin piştî lêkolînkirina 2 salan hat qebûlkirin. Te plankirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya li ser qedexeyê di rûniştinên 1-3'ê Adarê de binirxîne.
Ji bo NPD a bi gotinên xwe yên nîjadperestiyê tê naskirin were qedexekirin, Meclîsa Eyaleta (Bûndesrat) di Kanûna 2013'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a li Karlsrûhe dabû. Di serlêdanê de hat ragihandin ku NPD xwedî gotin û çalakiyên 'Li dijî Destûra Bingehîn û sîstema azad û demokratîk' e û piştî nirxandina destpêkê ya vê daxwazê, biryar hat dayîn ku serlêdana qedexekirinê bê nirxandin.
Dadger gihîştin wê baweriyê ku ji bo nirxandina daxwaza qedexekirinê 'sedemên têrker' hatine nîşandan. Ev biryara destpêkê ya Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Meclîsa Eyaletan weke serketineke girîng a destpêkê tê dîtin.
Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristinyanan (CSU) a bi tenê li eyaleta Bavyera bi rêxistin e û hevparê desthilatdariyê ye, destekê dide daxwaza qedexekirina NDP. Lê belê partiya Serokwezîr Angela Merkel Yekîtiya Demokratan a Xiristiyan (CDU) li dijî vê daxwazê derdikeve. Ji bo qedexekirinê beriya niha jî pêşniyarek ji Meclîsa Federal re hatibû, lê nehatibû qebûlkirin.
Li Elmanyayê, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve bi tenê du partiyên siyasî bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hatine girtin. Partiya Sosyalîst Reîch (SRP) a xwedî meyla nasyonal sosyalîst di sala 1952'an de û Partiya Komunîst a Elmanyayê (KPD) di sala 1956'an de ji aliyê dadgehê ve hatibûn qedexekirin.