Di civîna bilind a avhewayê COP21 a li Parîsê didome de, di çarçoveya însiyatîfa AU, Wezareta Hevkarî û Pêşvebirinê ya Elmanya û Amerîkan World Resoûrces Îstîtûte de tê xwestin ku li 100 mîlyon hektar erdê Afrîkayê dar bên çandin. Tê xwestin ku proje heta sala 2030'î bi cih were anîn. 11 welatên Afrîkayê beşdarî projeyê dibin.
Ji bo însiyatîfa bi navê 'ji nû ve şînkirina xaka Afrîkayê bi daran (AFR100)' welatên Etiyopya, Komara Demokratîk a Kongo, Kenya, Nîjer, Ûganda, Bûrûndî, Rûanda, Lîberya, Madagaskar, Malawî û Togo dibin destek. Ev welat soz didin ku heta sala 2030'î qadeke ji 30 mîlyon hektarî (300 hezar kîlometreçargoşeyî) ji nû ve bi çandina daran şîn bikin.
Serokwezîrê berê yê Nîjerê Îbrahîm Assan Mayakî li ser însiyatîfê agahî da û diyar kir ku proejya beriya niha li Malawî, Etiyopya û Malî bi cih hat anîn nîşan dide ku projeya AFR100 jî dikare bê biserxistin.
Di civîna çapemeniyê ya ku AFR100 lê hat ragihandin de hat destnîşankriin ku projeya berfirehkirina qada daristanî ya li 13 welatên Afrîkayê, parçeyek ji bernameyên têkoşîna li dijî germahiya global e.