Ebadî: Em 48 saetan didin leşkerên Tirk

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têkildarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê daxuyaniyek tund da, diyar kir ku ji bo leşkerên Tirk ji Iraqê vekişin 48 saet daye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têkildarî leşkerên Tirk ên li Mûsilê daxuyaniyek tund da, diyar kir ku ji bo leşkerên Tirk ji Iraqê vekişin 48 saet daye.

Serokwezîrê Iraqê Ebadî diyar kir ku ger Tirkiye di 48 saetan de leşkerên xwe venekişîne, çûyina Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jî di nav de wê tevahî alternatîfên heyî bikar bîne. 

Ebadî got leşkeran ji bo hatina Musilê ti destûr ji hikûmeta Iraqê negirtine û têkildarî vê mijarê jî ti agahiyên hikûmetê tinene.