Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê de, ku piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya Parîsê di nava rewşeke awarte de hatin kirin, partiya rastigirya tund Front National (FN) ji sedî 28 ê dengan stend û gaveke mezin avêt. FN piştî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yên sala 2014'an, careke din derket asta mezintirîn partiya li welêt.
Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine weşandin, rêjeya beşdariya li hilbijartinê ji sedî 51 e. Li gorî sala 2010'an rêjeya tevlîbûnê bi 4 pûanan zêde bûye. Di hilbijartinê de Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê ye, derbeke mezin xwar. Eniya Neteweyî (FN) ya nîjadperest li 6 ji 13 herêman bû partiya yekemîn.
Di hilbijartinan ji bo 13 herêmên li nava Fransayê û 2 herêmên li aliyê din ê deryayê de, FN ji sedî 28,6, lîsteya Komargeran (LR) a bi lîderiya Nîkolas Sarkozyê, partiyên lîderbal UDI û Modem ji sedî 27 ê dengan stendin. Partiya Sosyalîst (PS) jî ji sedî 23,2 ê dengan wergirt û bi tenê li herêMên Bretagne û Aqûîtaîne-Lîmoûsîn-Poîtoû-Charentes bû partiya yekemîn.
Di hilbijartinê de Keskî (EELV), partiyên pêkhateyên Eniya Çep (FG) û partiyên din ên çep a radîkal bi giştî ji 14 ê dengan stendin.
Rêjeya giştî ya hemû partiyên çep ji sedî 37 e. FN a nîjadperest ne di nav de rêjeya hemû partiyên din ên rastgir jî ji sedî 34,5 e.
Piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerakirin lîdera nîjadperest Marîne Le Pen axivî û îdîa kir ku FN wê pîvanên wekhevî, azadî û biratiyê biparêze. Le Pen bang li hilbijêran kir ku di tûra duyemîn de li dora partiya wan bicivin.
Lîderê Komargeran (LR) Nîcolas Sarkozy jî da xuyakirin ku divê Komarger li hemberî rastgirên tund bi paş ve gavan neavêjin û ji hemû partiyên li herêman xwest ku bi partiyên çep re lîsteya hevpar nekin. Sarkozy li hemberî FN a ragirtiya tudn bang li hilbijêran kir ku deng bidin lîsteya partiya wan.
Ji bo diyarkirina rêveberiya herêman, pêwîstî bi rêjeya ji sedî 50 a dengan heye. Ji ber ku ti partî li ti herêmê ev rêje bi dest nexist, tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 13'ê Kanûnê de were kirin. Di tûra duyemîn de li hemû herêman wê herî kêm bi 3 lîsteyên cuda beşdarî li hilbijartinê bê kirin.