Ji Meksîkayê ji bo kêmkirina karbon, projeya ji 23 mîlyar dolarî

Hikûmeta Meksîkayê da xuyakirin ku ji bo emîsyonên karbon ên li parzîngehên petrolê werin kêmkirin, ew ê projeyeke mezin bixin meriyetê.

Hikûmeta Meksîkayê da xuyakirin ku ji bo emîsyonên karbon ên li parzîngehên petrolê werin kêmkirin, ew ê projeyeke mezin bixin meriyetê. Lêçûna vê projeyê ku tê xwestin ji sedî 90 ê emîsyonên karbonê were kêmkirin, 23 mîlyar dolar be.

Di asta destpêkê ya projeya ji bo parzîngehên petrolê yên li welêt de, bi lêçûneke ji 3,1 mîlyar dolarî re tê xwestin ku hilberîna benzîna ji rêjeyeke kêm a kukurd, rojane bigihêje 212 hezar varîlî. Bezîna ji rêjeyeke kêm a kukurdê hînê rojan 100 hezar varîl e.

Hikûmeta Meksîka dixwaze bi hilberîna benzîna ji rêjeyeke kêm a kukurdê re ji sedî 90 emîsyonên karbondîoksîtê kêm bike. Her wiha plan dike ku bi razemeniyên xwe yên li vê qadê re ji 63 hezar mirovan re kar peyda bike.

Li gorî plana ji aliyê hikûmetê ve hat aşkerakirin, ji bo pêşîgirtina li dûkela ji ber hilberîna petrolê wê 3 mîlyar dolar bên xerckirin. Bi saya vê yekê re wê ji sedî 13 ê pêwîstiya elektrîkê bê tedarikkirin.