Birçîbûn wê li Etiyopyayê bandorê li 15 mîlyon mirovan bike

Yek ji welatên Afrîkayê yên xwedî nifûsa herî zêde Etiyopya, ji ber ziwayiya tund bi pirsgirêka xwarinê re rû bi rû ye. Li vî welatê ku 90 mîlyon mirov lê dijîn, di sala bê de wê herî kêm 10 mîlyon mirov hewcedarî alîkariya xwarinê bin.

Yek ji welatên Afrîkayê yên xwedî nifûsa herî zêde Etiyopya, ji ber ziwayiya tund bi pirsgirêka xwarinê re rû bi rû ye. Li vî welatê ku 90 mîlyon mirov lê dijîn, di sala bê de wê herî kêm 10 mîlyon mirov hewcedarî alîkariya xwarinê bin.

Saziya alîkariyê ya li Etiyopyayê dixebite Save the Chîldren da xuyakirin, ku li Etiyopyayê, serdema herî dijwar a ziwayiyê ya 50 salên dawî heye, lewma karê çandiniyê di nava rewşeke xetere de ye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber El Nîno ya li Okyanûsan bi bandor e, germahiya li Etiyopyayê pirsgirêka avê zêde dike û hat gotin ku di sala were de hejmara mirovên pêwîstiya xwe bi alîkariya xwarinê hebe, wê ji 8,2 mîlyonan bigihêje 10 mîlyonan.

Dîrektorê Save the Chîldren John Graham da xuyakirin ku li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, hejmara mirovên pêwîstiya xwe bi alîkariya xwarinê hene, di nava hin mehên sala 2016'an de wê bigihêje 15 mîlyonan û da zanîn ku ev yek encama herî giran a ziwayiya 50 salên dawî ye. Graham alîkarî ji civaka navneteweyî xwest.

Etiyopya di nava welatên Afrîkayê de yek ji welatên xwedî rêjeyeke bilind a mezinbûna aboriyê ye. Lê belê pirsgirêka herî girîng a Etiyopyayê jî ew e ku mezinbûna aboriya wê bi çandiniyê ve girêdayî ye. Li welatê ji 90 mîlyon nifûsî, sê ji çar parên hêza kar a welêt li karê çandiniyê tê bikaranîn.

Li Etiyopyayê, hejmara mirovên ji ber xelayê pêwîstiya xwe bi alîkariya xwarinê heye, bi qasî 8,2 mîlyon e.