Yek ji kesayetên girîng ên çepa Îsraîlê Sarîd wefat kir
Yek ji kesayetên girîng ên çepa Îsraîlê Yossî Sarîd ku mafê dewletbûnê yê Fîlîstînê diparast, jiyana xwe ji dest da.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû da xuyakirin ku Yossî Sarîd ê 75 salî şeva Înê jiyana xwe ji dest daye. Netanyahû ragihandin ku Sarîd ê salên dûr û dirêj di Knesset de wezîfe girt, di demên wezaretiya xwe de mora xwe daniye binê gelek reformên girîng.
Lîderê Partiya Karker Îzat Herzog jî da xuyakirin ku bi mirina Sarîd re raya giştî û jiyana parlamenter a Îsraîlê dengekî xwe yê orjînal û tund winda kirine.
Sarîd ê ku li dijî dagirkirina Şerîa Rojava derdiket û mafê dewletbûyînê yê Fîlîstînê diparast, îmtiyazên weke negirtina nava leşkeriyê ya Yahûdiyên Ortodoks û destekkirina dibistanên olî ji aliyê dewletê ve, rexne dikir. Sarîd ê ku ji salên 1970'ê û pê ve bû endamê Meclîsa Îsraîlê (Knesset), di navbera salên 1996-2003'an de serokê partiya çep bû.
Sarîd bi taybetî digot ku şêniyên Yahûdî yên li xaka Fîlîstînê 'qanûnan nas nakin' û bi tundî mijar rexne dikir.
Yossî Sarîd di heman demê de nivîskarê yek ji rojnameyên sereke yên Îsraîlê Haaretz bû.