Îranê ji Erdogan xwest 'zêdegaviyê' neke

Şêwirmendê Polîtîka Derve ya Serokkomarê Îranê Alî Ekber Velayetî, bersiveke tund da Serokkomarê Tirk Erdogan, ku gotibû "Min hişyarî da Serokkomarê Îranê".

Li gorî ajansa nûçeyan a Fars, Şêwirmendê Polîtîka Derve ya Serokkomarê Îranê Alî Ekber Velayetî di bernameya televîzyonekê de, li ser serdanên xwe yên hefteya bihurî li Sûriye û Lubnanê pêk anî, agahî da.

Alî Ekber Velayetî, ji bo pirsa li ser daxuyaniya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê gotibû 'Me Serokkomarê Îranê hişyar kir' ev bersiv da: "Bila her kes hed û sînorê xwe bizanibe û li gorî vê yekê biaxive. Îran welatekî xurt e û xwedî dîrokek ji çend hezar salan e."

Velayetî destnîşan kir ku gotinên bi vî rengî rê li ber rageşî û aloziyê vedikin.