Komunîstên Rûs sala 2016'an weke 'Sala Stalîn' îlan kirin

Endamên Partiya Komunîst ên li herêma Penza ya Rûsyayê dan xuyakirin ku ew ê sala 2016'an weke 'Sala Stalîn' pîroz bikin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de li Penzayê Navenda Stalîn bê vekirin.

Endamên Partiya Komunîst ên li herêma Penza ya Rûsyayê dan xuyakirin ku ew ê sala 2016'an weke 'Sala Stalîn' pîroz bikin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de li Penzayê Navenda Stalîn bê vekirin.

Rêxistina Penza ya Partiya Komunîst a Rûsya Federal, bi wesîleya 80. salvegera qebûlkirina duyemîn destûra bingehîn a Yekîtiya Sowyetan ku weke 'Destûra Bingehîn a Stalîn' jî tê naskirin, sala 2016'an weke 'Sala Stalîn' îlan kir. Parlamenterê Partiya Komunîst ê Penza Georgiy Kamnev da xuyakirin ku yek ji sedemên wergirtina biryareke bi vî rengî, zêdebûn agahiyên şaş ên li ser dema Josef Stalîn e. Kamnev got, "Êrîş parastina herî baş e. Li ser dema Stalîn û kesayetiya Stalîn, em ê bi rastiyên dîrokî re heqîqetan vebêjin."

Kamnev ragihand ku ew ê li Penza, Navenda Stalîn vekin û li vê navendê jî civînên zanistî, hevpeyvînên ji gel re vekirî pêk bînin, pêşangehên fîlman organîze bikin û ji xwendekarên dîrokê re jî bûrsa Stalîn bidin.