Li Elmanyayê, serdegirtinên malan ên ji ber gumana êrîşê

Hat ragihandin, ku li eyaletên Berlîn û Sachsen ên Elmanyayê, polîsan avêtine ser malên kesên gumana êrîşa terorîstî ji wan tê kirin.

Hat ragihandin, ku li eyaletên Berlîn û Sachsen ên Elmanyayê, polîsan avêtine ser malên kesên gumana êrîşa terorîstî ji wan tê kirin.

Di daxuyaniya Dozgeriya Giştî ya Federal de hat ragihandin ku li eyaletên Berlîn û Sachsenê li hemberî 3 kesên guman ji wan dihat kirin ku amadekariya êrîşê dikirin, 'operasyona pêşîgirtinê' hatiye lidarxistin. Di operasyonê de kesek nehat binçavkirin. Hat îdîakirin ku her sê gumanbaran soz dane hev ku li Berlînê êrîşê bikin.

Her sê kesên ji Bakurê Afrîkayê, bi avakirina koma terorîst li Elmanyayê û plankirina çalakiya şîdetê ya gefê li elwekariya dewletê dixwe, tên sûcdarkirin. Tê gotin ku yek ji van kesan ji xortekî 17 salî re bûye alîkar ku biçe Sûriyeyê û tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe.

Di daxuyaniya Dozgeriya Federal de agahî nehat dayîn bê çima kesek nehatin binçavkirin û li Berlînê plana êrîşa çi dihat kirin.

Li Elmanyayê herî dawî di 13'ê Cotmehê de polîsên ser bi Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) li bajarê Leîpzîgê avêtibûn ser hin mal û kargehan. Ji ber ku di operasyonên meha Cotmehê de kesek nehatine binçavkirin, tê gotin ku 'Li Elmanyayê rîska êrîşa terorîst kêm e.'