Li YE yek ji çar ciwanan hînê bêkar e

Li welatên YE, rêjeya bêkariyê kêm dibe. Ji 28 welatan bi tenê li çar ji wan ev rêje zêde bû. Rêjeya bêkariya ciwanên kêmî 25 salî, li gelek welatan hînê gelekî zêde ye.

Li welatên Yekîtiya Ewropaye (YE), rêjeya bêkariyê kêm dibe. Ji 28 welatan bi tenê li çar ji wan ev rêje zêde bû. Rêjeya bêkariya ciwanên kêmî 25 salî, li gelek welatan hînê gelekî zêde ye.

Li gorî daneyên dawiya meha Cotmehê yên ji aliyê Saziya Stastîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat) ve hatin weşandin, li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi giştî 22 mîlyon 497 hezar bêkar hene. Li gorî meha Îlonê hejmara bêkaran bi qasî 36 hezaran kêm bû. Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê rêjeya bêkariyê ji sedî 9,3 ye.

Li Herêma Euro ya ji 19 welaten Yekîtiya Ewropayê jî rêjeya bêkariyê daket ji sedî 10,7 ku ev yek ji Çileya 2012'an û vir ve asta herî nizm e. Li Herêma Euro ku bi giştî 17 mîlyon 240 hezar bêkar lê hene, li gorî par ev hejmar 1 mîlyon 302 hezaran kêm bû. Par di meha Cotmehê de rêjeya bêkariyê ji sedî 11,5 bû.

BÊKARÎ HERÎ ZÊDE LI ELMANYA Û KOMARA ÇEKÊ KÊM E

Li gorî hesabên Eurostat, bêkariya herî kêm rêjeya ji sedî 4,5'an li Elmanyayê ye. Li dû Elmanyayê Komara Çekê bi rêjeya ji sedî 4,7 û Malta bi rêjeya ji sedî 5,1 di asta bêkariya herî kêm de ne.

Bêkariya herî zêde ya li nava Yekîtiya Ewropayê bi rêjeya ji sedî 24,6 li Yewnanîstanê û bi rêjeya ji sedî 21,6 li Spanyayê heye.

Li gorî par li 24 welatan rêjeya bêkariyê kêm bû, lê li Fransa, Fînlandiya û Belçîkayê zêde bû.

LI YEWNANÎSTAN Û SPANYAYÊ YEK JI DU CIWANAN BÊKAR E

Rêjeya bêkariyê ya di nava ciwanên kêm 25 salî de, li gelemperiya Ewropayê ji sedî 22,3 ye. Yewnanîstan bi rêjeya ji sedî 47,9 di vî warî de di asta herî bilind de ye. Spanya ji sedî 47,7 û Îtalya jî ji sedî 39,8'an piştî Yewnanîstanê tên.