Ebadî ji Hêzên Hewa yên Iraqê re got amade bin
Serokwezîrê Iraqê Ebadî li hember leşkerên Tirk ên li Başîka hatine bicihkirin bertek nîşan da, got: “Ji bo pirsgirêkê çareser bikin me 48 saet da wan, niha 24 saetên wan ma.”
Serokwezîrê Iraqê Ebadî li hember leşkerên Tirk ên li Başîka hatine bicihkirin bertek nîşan da, got: “Ji bo pirsgirêkê çareser bikin me 48 saet da wan, niha 24 saetên wan ma.”
Serokwezîrê Iraqê Ebadî li hember leşkerên Tirk ên li Başîka hatine bicihkirin bertek nîşan da, got: “Ji bo pirsgirêkê çareser bikin me 48 saet da wan, niha 24 saetên wan ma.”Ebadî piştgirî da daxuyaniya Rûsya ya digot rêya esasî ya petrola DAIŞ’ê Tirkiye ye.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Elman Frank Walter Steînmeîer, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ebadî destnîşan kir ku piraniya hevdîtinê têkîldarî sekinandina qaçaxiya petrola DAIŞ’ê ya beşek wê ya mezin ji ser Tirkiyeyê re pêk tê derbas bûye.
Ebadî di daxuyaniya duh ya têkîldarî li Mûsûlê di bin navê perwerdeyê bicihkirina leşker û tankan, ji bo dewleta Tirk leşkerên xwe vekişîne 48 saet dabû.
Serokwezîrê Tirk Davûtoglû duh êvarî ji Ebadî re nameyek şand, diyar kiribû ku heta fikarên Iraqê derbas bibin, sewqiyata leşkerî sekinandine.
‘JI BO VEKIŞIN 24 SAET MA’
Ebadî di daxuyaniya xwe de banga ku ji bo yekîneyên artêşa Tirk ji ser axa wan vekişe bi bîr xist û wiha got: “Em daxwaz dikin ku bila Tirkiye rêzê bide serweriya Iraqê. Ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin me 48 saet dabû wan, niha tenê 24 saetên wan mane.”
Ebadî diyar kir ku ger dewleta Tirk leşkeran nekişînin wê serî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bidin.
‘TÊKÎLDARÎ HATINA LEŞKERÊN TIRK DE TI LIHEVKIRINEK ME TINEYE’
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglû li hember bertekên hikûmeta Iraqê wiha gotibû: “Li ser daxwaza Wezareta Parastinê ya Iraqê me leşker şandin herêmê.” Ebadî destnîşan kir ku daxuyaniyên têkîldarî hatina leşkeran ku dibêjin hikûmeta Baxdatê pejirandîye ne rast in, wiha berdewam kir: “Iraq têkîldarî hatina leşkeran ti hevpeyman çênekiriye. Em bi tundî li dîjî hebûna leşkerên biyanî ne. Li ser vî esasî pêşniyarên ji hêzên gerdûnî û herêmî jî hatin me qebûl nekirin. Em naxwazin Iraq veguhere qada têkoşîna herêmî.”
JI EBADÎ FERMAN JI BO HÊZÊN HEWAYÎ YÊN IRAQÊ
Ji ofîsa Wezareta Iraqê, bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo Hêzên Hewayî yên Iraqê “ Ji bo parastina ewlehiya welat amade bin” hat dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî wiha got, ji derveyî şêwirmendên leşkerên Tirkiye yên ku ji bo perwerekirina hêzên Pêşmergeyan hatin herêma Başîqa ya nêzîkî Mûsûlê, leşkerên ji derveyî koordînasyonê hatine herêmê xwest ku vekişin.