Lihevnekirinên aborî yên navbera du mezintirîn aboriyên cîhanê DYA û Çîn'ê tên ber destê Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO). DYA giliyê Çînê li cem WTO kir, ku ji ber avantajên dide şîrketên hilberîna balafiran, hevsengiya tîcarî xera kiriye.
Nûnerê Taybet ê Bazirganiya Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Mîchael Froman got, "Sererastkirinê bacê yên 'ne adîl û cihêkar' ên li Çînê, zerarê dide xebatkar û şîrketên pîşesaziya balafiran a Amerîkayê." Froman da xuyakirin, baca ji sedî 17 a nirxê zêde, ku Çîn ji bo alav û amûrên pîşesaziya balafiran ên tên kirîn bi cih tîne, şîrketên Çînî bêhtir bi avantaj dike.
Froman diyar kir ku bi gilîkirina li cem WTO re wan xwestine ji bo çareseriya pirsgirêkê, rêbaza 'konsultasyonê' bê bikaranîn û ragihand, ku sererastkirinên bacê yên Çînê, li dijî pîvanên WTO ye. Froman bibîr xist ku WTO qedexe kiriye, bacê berhemekê li gorî herêma cografîk bi awayekî cuda bê destnîşankirin.
DYA îdîa dike rêveberiya Çînê, avantajên bacê yên dide şîrketên balafirê yên li welatê xwe veşartiye û ji ber vê yekê jî ev sererastkirin bi raya giştî re parve nekiriye. Rêveberiya DYA beriya niha jî gelek caran giliyê Çînê li Cem WTO kiribû ku gelek derfetan dide şîrketên herêmî û bi vî rengî rê li ber bazirganiyeke neheq vedike.
Çîn, bi aboriya xwe ya di nava 30 salên dawî de mezin dibe re, piştî DYA bû duyemîn aboriya herî mezin a cîhanê. Li gorî daneyên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) di sala 2014'an de hatineya neteweyî ya DYA 17,5 trîlyon dolar bû. Li gorî heman daneyan hatineya neteweyî ya Çînê jî 10,35 trîlyon dolar e.