UNHCR: Penaberên li ser sînorê Urdunê bi mirinê re rû bi rû ne
UNHCR bi daxuyaniyekê ragihand ku piraniya 12 hezar penaberên li ser sînorê Urdunê tên sekinandin, bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne.
UNHCR bi daxuyaniyekê ragihand ku piraniya 12 hezar penaberên li ser sînorê Urdunê tên sekinandin, bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi daxuyaniyekê ragihand ku piraniya 12 hezar penaberên li ser sînorê Urdunê tên sekinandin, bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne. UNHCR bang li Urdunê kir ku sînorên xwe li nexweş extiyar, jinên ducanî û zarokan veke û destnîşan kir, ku eger ev neyê kirin wê mirovên li ser sînor jiyana we ji dest bidin.
Urdun ku bi qasî 600 hezar penaberên Sûriyeyî lê ne, di hemên dawî de sînorên xwe bi giranî girtiye û rojane bi tenê dihêle ku çend penaber derbas bibin. Weke hincet jî tê gotin ku tedbîrên ewlekariyê yên li ser sînor, tê nîşandan. UNHCR ji bo hêsankirina derbasbûnê pêşniyar li Urdunê dike ku nuqteyên kontrolê zêde bike û di avakirina van nuqteyan de dikare bibe alîkar.
Hînê 12 hezar penaberên Sûriyeyî li ser sînorê Urdunê disekinin. Ji van 11 hezar penaber li herêma Rokban a li sêgoşeya Iraq, Urdun û Sûriyeyê ne. Bi qasî hezar penaber jî li herêma Hadalat a 90 kîlometre li rojavyê Rokbanê ne.
Ev herêm çol in, ku hema hema ti mirov lê najîn. Li gorî rayedarên UNHCR bi penaberên li van herêman re nexweşiyên mîde, enfeksiyona rovî, qenalên daqurtandin û nexweşiyên çerm, der bûne. Jinên ducanî jî neçarin di nava şert û mercên gelekî nebaş de zarokan bînin dinyayê.