Wekîlên CDU-CSU ji soza rakirina vîzeyê nerazî ne

Sozên ji bo bilezkirina muzakereyên li ser endametiyê û rakirina vîzeyê, ku Yekîtiya Ewropayê di berdêla pirsgirêka penaberan de da hikûmeta AKP'ê, rastî nerazîbûna partiyên hikûmeta Elman hatin.

Sozên ji bo bilezkirina muzakereyên li ser endametiyê û rakirina vîzeyê, ku Yekîtiya Ewropayê (YE) di berdêla pirsgirêka penaberan de da hikûmeta AKP'ê, rastî nerazîbûna partiyên hikûmeta Elman hatin.

Parlamenterên partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU dan xuyakirin, ku rakirina vîzeyê li pêşiya çûn û hatina welatiyên Tirkiyeyê, wê koçberiya qaçax zêde bike.

Pisporê karên hundir ê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Wolfgang Bosbach li ser mijarê ji rojnameya Bîld re axivî û got, "Pêkanîna vîzeyê, ji bo pêşîgirtina li jiyana bi qaçaxî ya mirovan, kêrhatî ye. Eger ev pêvajoya kontrolkirinê ji holê were rakirin, wê koça ber bi Elmanyayê ku niha zêde ye, bêhtir mezin bibe."

Parlamenterê CSU û Alîkarê Serokê Meclîsa Federal Johannes Sînghammer jî diyar kir ku soza rakirina vîzeyê şaş e. Sînghammer got, "Partiyên yekîtiyê heta roja îro bi 'hincetên baş' re sebestiya vîzeyê red kiribûn."

Hikûmeta AKP'ê di mehên havînê de sînorên xwe vekiribû û rê li ber mezintirîn pêla koçberiyê ya ber bi Yewnanîstanê û welatên din ên Ewropayê vekiribû. Di hevdîtina hefteya derbasbûyî ya di navbera Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel de, di berdêla pêşîgirtina li koçberan soz hatibû dayîn ku alîkariya ji 3 mîlyar euroyî ji Tirkiyeyê re were dayîn.

Her wiha, tevî bilezkirina muzakereyên li ser hin serenavên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê soz ji Tirkiyeyê re hatibû dayîn ku ji Cotmeha 2016'an û pê ve welatiyên Tirkiyeyê bê wergirtina vîzeyê li Ewropayê bigerin.

Lê belê tê zanîn ku bi hezaran serlêdanên vîzeyê yên li Tirkiyeyê ji bo hatina Elmanyayê tên kirin, ji ber hinceta 'pêkane ku ev şexs vegerin" hatine redkirin.