Hejmara penaberên îsal tên Elmanyayê wê 1 mîlyonê derbas bike

Yek ji welatên ku penaberên di ser Tirkiye û Balkanan berê xwe danê Elmanya ye. Li Elmanyayê hejmara penaberan, 800 hezar derbas kir.

Yek ji welatên ku penaberên di ser Tirkiye û Balkanan berê xwe danê Elmanya ye. Li Elmanyayê hejmara penaberan, 800 hezar derbas kir. Di 11 mehên destpêkê yên salê de 965 hezar penaberan xwe gihandin Elmanyayê. Hejmara yên serlêdana penaberiyê kirine jî 425 hezar e.

Li gorî hejmarên ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere ve hatin aşkerakirin, bi tenê di meha Mijdarê de 206 hezar penaberan xwe gihandine Elmanyayê. Di 11 mehên îsal de ev hejmar gihaştiye 965 hezarî.

De Maîzîere ragihand ku beriya niha wan texmîn dikir ku hejmara penaberan heta dawiya sala 2015'an bigihêje 800 hezarî, lê hejmara heyî ev texmîna wan derbas kiriye, lewma ew ê texmîneke nû nekin. Wezîr diyar kir ku her çend di rojên dawî de hejmara penaberan kêm bûye jî, heta dawiya salê wê bigihêje 1 mîlyonî.

Di vê navberê de cudahiya navbera penaberên xwe gihandine Elmanyayê û yên serlêdana penaberiyê kirine de, balê dikişîne. Li gorî daneyên ji aliyê Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (DAMF), hejmara penaberên heta meha Mijdarê serlêdana penaberiyê kirine 425 hezar e.

Tevî ku 965 hezar penaberan xwe gihandine Elmanyayê jî, bi awayekî nakok kêmî nîvê vê hejmarê serlêdana penaberiyê kiriye. Tê texmînkirin ku beşek girîng a penaberan Elmanyayê bi tenê weke welatekî transît bi kar tînin.

Li Elmanyayê di sala 2014'an de 238 hezar penaber ketibûn nava welêt û bi giştî 202 hezar serlêdanên penaberiyê hatibûn kirin.