Çîn li şûna komirê berê xwe dide santralên nukleerî

Welatê Çînê ku du ji sê parên enerjiya xwe ya elektrîkê ji komirê werdigire û bi vî rengî welatê herî zêde gaza nebaş ber dide atmosferê ye, wê giraniyê bide ser enerjiya atomê.

Welatê Çînê ku du ji sê parên enerjiya xwe ya elektrîkê ji komirê werdigire û bi vî rengî welatê herî zêde gaza nebaş ber dide atmosferê ye, wê giraniyê bide ser enerjiya atomê. Çîn wê heta sala 2025'an bi qasî 77 mîlyar dolarî xerc bike û herî kêm 80 reaktorên nû yên enerjiya nukleerî ava bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Chîna Daîly a ku agahiyên xwe dispêre şîrketa enerjiyê ya cemaweriyê ya bi navê Power Constûrctîon Corporatîon of Chîna, projeya nû ya enerjiya nukleerê wê di meha Adarê de bê erêkirin û tevlî Plana Aboriyê ya 5 salan hat kirin. Li gorî vê yekê wê heta sala 2030'î hejmara santralên nukleerî yên li welêt bibe 110.

Çîn a ku hînê du ji sê parên enerjiya xwe ya elektrîkê ji santralên komirê bi dest dixe, bi 500 mîlyar yûan (77 mîlyar dolar) re wê di nava 5 salan de, di sala 2030 de ji sedî 10 ê pêwîstiya enerjiya xwe ji nukleerê werbigire. Hejmara santralên nukleerê yên li welêt 30 e û bi qasî 21 jî niha tên çêkirin.

Armanceke din a ku bû sedem Çîn berê xwe bide nukleerê, tê gotin ku heta sala 2020'an ji sedî 60 kêmkirina emîsyonên gaza ji santralên komirê derdikeve ye.

Lê belê depokirina bermayînên santralên nukleerê jî rê li ber gumanên cidî vedike. JaponayYê, piştî karesata Fûkûşîma ya sala 2011'an, navber dabû çêkirina santrala nukleerê ya nû ya li Çînê. Lê belê ji ber zêdebûna pêwîstiya bi enerjiyê û kêmkirina gaza ji santralên komirê, biryar hatibû dayîn ku ji nû ve li nukleerê vegere.