Ûkrayna wê ji nû ve elektrîkê bide Qirimê

Ûkraynayê ragihand ku ew ê ji nû ve elektrîkê bide Nîvgirava Qirimê ya tevlî Rûsyayê bûye.

Ûkraynayê ragihand ku ew ê ji nû ve elektrîkê bide Nîvgirava Qirimê ya tevlî Rûsyayê bûye.

Elektrîka ku di 22'ê Mijdarê de piştî teqînan xetên navbera Ûkrayna û Qirimê qut bû, wê ji nû ve ji aliyê Ûkraynayê ve bê dayîn.

Yek ji şîrketên girîng ên Ûkraynayê Ûkrenergo bi rêya nûnertiya xwe ya herêmî daxuyaniyek da û anî ziman ku ji bo elektrîk ji Qirimê re were dayîn, xebatên tamîrkirinê dewam dikin.

Qirim a ku par tevlî Rûsyayê bû, ji sedî 70 ê elektrîka xwe ji Ûkraynayê werdigirt. Di 22'ê Mijdarê de li Hemsonê ku xetên elektrîkê yên navbera Nîvgirava Qirimê û Ûkraynayê jê derbas dibe, çalakiyeke sabotajê hatibû kirin û herêm ji aliyê komên alîgirê Kîevê ve hatibû blokekirin.

Piştî vê sabotajê, Rûsyayê weke bersiva li vê yekê biryar dabû ku veguhastina komirê ji bo Ûkraynayê kêm bike. Ji ber ku Qirim ji aliyê elektrîkê ve bi Ûkraynayê ve girêdayî ye, Moskowa ji bo elektrîkê ji nîvgiravê re peyda bike, dest bi kar kiribû.