8 ji 10 polîsên li Swêdê difikirin îstifa bikin
Tempoya zêde ya kar, mûçeyên kêm, hejmara kêm a polîsan û ji nû ve avakirina rêxistina polîsan, polîsê Swêdê tengav kir.
Tempoya zêde ya kar, mûçeyên kêm, hejmara kêm a polîsan û ji nû ve avakirina rêxistina polîsan, polîsê Swêdê tengav kir.
Tempoya zêde ya kar, mûçeyên kêm, hejmara kêm a polîsan û ji nû ve avakirina rêxistina polîsan, polîsê Swêdê tengav kir. Li gorî encamên anketa şîrketa lêkolînê ya bi navê Novûs Opînîon, heyşt ji deh polîsan difikirin ku îstifa bikin.
Beriya niha bi çend mehan Federasyona Polîsan kampanya "Êdî Bes e" dabû destpêkirin û ji bo şermezarkirina mercên xebatê û mûçeyên kêm ên polîsan ji Midûrê Giştî yê Emniyetê û Wezîrê Karên Hundir re name şandibû û li meydanan xwepêşandan lidar dixistibû.
Polîsên ku bersiveke erênî ji bo daxwazên xwe wernegirtin, ji Hikûmetê û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê nerazî ne. Îsal heta niha 145 polîsan îstifa kirine.
Seroka Federasyona Polîsan Lena Nîtz encamên anketê nirxand û anî ziman ku di rewşeke gefa terorê û pêla koçberiyê zêde ye de, eger ji 10 polîsan 8 difikire îstifa bike, divê rayedar li ser vê rewşê bifikirin.