Serokê DYA Barack Obama di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşa terorê ya li eyaleta Kalîforniya de, ku hefteya derbasbûyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, li dijî hewldana afirandina têgihîna 'şerê navbera Amerîka û Îslamê' hişyarî da.
Barack Obama di axaftina xwe ya ji bo neteweyê de bal kişand ser şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û komkujiya Kalîforniyayê bibîr xist. Obama diyar kir ku di şerê li dijî çeteyan de Misilman jî cih digirin û di vî warî de xwedî 'hevalbendên girîng' e. Obama bibîr xist ku li DYA bi mîlyonan Misilman dijîn û da zanîn ku di nava artêşê de jî hebûna leşkerên Misilman wê neyên ji bîr kirin.
'GIRÎNG E MISILMAN LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊBIKOŞIN'
Obama destnîşan kir ku li hemberî rêxistinên, çete bi taybetî jî DAIŞ'ê, ku îdîa dikin 'li ser navê Îslamê' şer dikin, Misilman xwedî wê 'wezîfeyê' ne ku li dijî van çeteyan têbikoşin û ji civaka Misilman xwest 'di nava xwe de' vê têkoşînê bimeşînin. Obama got, "Ev yek ji bo Misilmanan pirsgirêke rastî ye."
Tê texmînkirin ku ji sedî 1 ê Nifûsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (3 mîlyon) Misilman e.