Li Yemenê tevî agirbestê jî şerekî dijwar diqewime

Li Yemenê, şerê navxweyî yê bi mehan e dewam dike, gav bi gav dijwar dibe. Di şerê duh de bi dehan leşkerên alîgirê Serokkomar Hadî û milîsên Şîa jiyana xwe ji dest dan.

Li Yemenê, şerê navxweyî yê bi mehan e dewam dike, gav bi gav dijwar dibe. Di şerê duh de bi dehan leşkerên alîgirê Serokkomar Hadî û milîsên Şîa jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li nêzî bajarokê Harad ê li bakurrojavayê welêt, di navbera leşkerên ser bi Mansûr el Hadî û milîsên Hûsî yên Şîa de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 28 leşkerên ser bi Serokkomar Hadî û 40 milîsên Hûsî jiyana xwe ji dest dan.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku di şer de 40 leşker û bi qasî 50 Hûsî jî birîndar bûne. Bajarokê Harad roja Pêncşemê ketibû destê leşkerên alîgirê Hadî yên ji aliyê Erebîstana Siûdî ve hatine perwerdekirin.

Ji bo şerê di navbera Hûsiyan, alîgirên Hadî û komên din de bi dawî bibe, di encama danûstandinên li Swîsreyê de Sêşema bihurî agirbestek hatibû îlankirin. Lê belê ji hingî ve agirbest gelek caran hat binpêkirin. Leşkerên alîgirê Mansûr el Hadî, tevî agirbestê jî ji bo yek ji girîngtirîn bajarê benderê Mîdî bi dest bixin, hewl didin bi pêş de biçin.

Di şerê navxweyî yê di biharê de destpê kir, heta niha zêdeyî 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bomberdûmana ji aliyê koalîsyona ji Erebîstana Siûdî û welatên herêmê ve hat kirin de, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.