2 kesên din ji ber komkujiya li Parîsê hatin binçavkirin

2 kesên din ku tê texmînkirin pêwendiya xwe bi komkujiya li Parîsê ya 13'ê Mijdarê ji aliyê DAIŞ'e ve hat kirin hene, hatin binçavkirin.

2 kesên din ku tê texmînkirin pêwendiya xwe bi komkujiya li Parîsê ya 13'ê Mijdarê ji aliyê DAIŞ'e ve hat kirin hene, hatin binçavkirin.

Polîsê Belçîkayê ragihadin, ku di operasyonên li paytext Brukselê de 2 kesên ji heman malbatê hatine girtin. Hat gotin ku ev her du şexs li avahiyeke li taxa Dansaertê hatine zevtkirin.

Dozgeriya Federal da xuyakirin ku eleqeya vê operasyonê bi serçeteyê komkujî bi rê ve bir Salah Abdeslam nîne.

Dozgeriyê da zanîn ku li taxa Dansaert a operasyon lê hat kirin, polîsên tevgera taybet tedbîrên ewlekariyê girtine.

Li ser rola kesên hatine binçavkirin di komkujiyê de, ti agahî nehat dayîn.